Hozan Bişar – Bûk Anîn

👁️ 1 Dîtin

Anîn anîn anîn
xêliyan bûka me anîn
Xwasiya te li mal kebanî
mizgîniyê bidin bûk anîn
Mizgîniyê bidine zavê
xêliyan bûka me anîn

Wey lorî lorî lorî
çavên reş tev da morî
zava ji te ra bigorî
Destê bûkê hine kin
bînin tiliya zavê kin
Zêdeya hineyê kin
li xêliyan belav kin
Bihar borî payîz e
xêliyan girtî sê rêze
Bav qelenê te dixwaze
me da çil berxê koze.

Gotin û Muzîk: Hozan Bişar

0/5 (0 Deng)

Strana din a vî hunermendî tune.

Here Herî Jor