Hozan Hogir – Quling

👁️ 1 Dîtin

Quling hatin, ew qulingên berûyê
Sî daye ser zinaran û geliyê
Ez qaz bûma, li nav refên hevalan
Bi per bûma, li nav qaz û qulingan

Bigeriyam li ser kendal û zinaran
Bigeriyam li deşt û wan baniyan
Min bidîta ew çiya û zozanan

Quling difirin li ezmanên bilind
Çeng avêtiye ref bi ref û tên ser min
Bayekî sar diket nava dilê min
Kul û keder derkeve ji hestên min

(Dîsgotin)

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor