Hozan Serhad – Hewlêr
👁️ 1 Dîtin
Hewlêr lorîka dayikan
Hewlêr qêrîna zarokan
Hewlêr kilên çavên bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e keleha berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna Egîdan e Hewlêr
Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan
nav li mirinê kir jiyan Hewlêr
Agirê dilê keçan
nav li mirinê kir jiyan Hewlêr
Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Hêlîn û Salihan
Geş dibin bi çîçek û sorgulan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e keleha berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna egîdan e Hewlêr