Hunergeha Welat – Ballem
Em vê stranê dikin diyarî ji bo hemû jinên ku li berxwe dane
li berxwe didin û wê li berxwe bidin
Ji şoreşa jinê re ya ku diqewime
Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin
Kes nikare pêşîya me bigire
Kok kûr in, pîr û dapîrên me, nifşên jinên berxwedêr
Tov wê bimînin ji bo yên ku di pêşerojê de wê bên
Dayik, dapîr, xwişk û jin
Dîrok zindî ye, lê tê veşartin
Ew dijmin ji me ditirsin ji ber vê wan em şewitandin
Lêbelê ew nizanin ku em bi xwe agir in
ronîya agirê ku tûcarî venamire
Werin govenda
xeleka pîroz
Em zanebûna xwe ya wendabûyî ji nû ve dest bixin
Em xwe birêxistin bikin! Bi hev re em bibin hêz
Em xwe ji desthilatdarîyê rizgar bikin
Bi pirskirinê em dimeşin, ji ber ku rêya me dibe rêya me dema em dibînin
Têkoşînên me bersiv in, ên ku di vê rê de tên afirandin
Têkoşîna yekpar
bê sînor!
Berxwedan jiyan e, berxwedana me şîn dibe!
Belê em gelek in, em li her derê hene
Di nav bajaran, daristanan, gundan de, Heval
Kenekî, gotinekê, şevekê tijî stêrk
Kombûna pîrhebokan
agir pêxistin!
Dîrok û çanda me, bîranîn dibin warên me, parastina me
Wek çivîkan difirin, hizir, azadî
Ji Rojava heta dawî!
Hevalên ji êş, hêvî û dil
Em in
ên ku di bin heyvê de dibin hêz
Em in
ba, birûsk, em yek in, em rabin parve bikin, têkoşîn bikin
Û di dawîyê de…
serkeftin!
Werin govenda
xeleka pîroz
Em zanebûna xwe ya wendabûyî ji nû ve dest bixin
Em xwe birêxistin bikin! Bi hev re em bibin hêz
Em xwe ji desthilatdarîyê rizgar bikin
Wek pêtên êgir em xwe biparêzin
Wek di ciwantiya xwe de
Heger êrîş bê ser yekê, em hemû bersiv bidin!
Em dixwazin zindî bin! Şev ya me ye!
Bi rewaya mafê jiyanê
Biqîrin hemû jinên cîhanê
Bi hev re des bi dest
Jinên berxwedêr
Binivîsin destana hebûna xwe
Jin piştgira jinê be
Jin himbêza dayikê
Ta asoyê zankoyê
Jin jiyan azadî!
LIetra: Xweza Devi, Masim, Nûjîn Derya
Stranên Din
Vegere Rûpela Hunermend- Hunergeha Welat – Felaket im
- Hunergeha Welat – Hey Zapê
- Hunergeha Welat – Li Herî Jorê
- Hunergeha Welat – Lo Kurdo Çêyo
- Hunergeha Welat – Rewanê Resen
- Hunergeha Welat – Şêladizê
- Hunergeha Welat – Serêkanîyê û Avaşîn
- Hunergeha Welat – Şervano
- Hunergeha Welat – Strana Leyla Guven
- Hunergeha Welat (Mehmûd Berazî) – Nazê Nêrgiza Hewşê