Huseynê Farê – Şerê Navbera Mala Eliyê Zawo û Mala Emerê Selîm
👁️ 1 Dîtin
Weyla Axawo Axawo Axawo
Wezê bi diyarê Silatê
Mala Mûso diketim bi çem û kanî
Min dî Bavê Muhemed Selîm
Gula suwara lê girê da mihîn canî
Bila kula Xwedê bi sê kula
Têkeve derê Mala Eliyê Zawo
Qela mêra li Mala Emerê Selîm Axa anî
Weyla Axawo tu Axa yî
Şerê li me çê dibû
Li diyarê Silopî
Rezê Mala Mûso lo li vî banî
Min dî Eminê Ehmed
Gurê meha sibatê
Wa elmanîka xwe hîlanî
Ez ê vê sibê
Xwe bawêjîm bextê
Namûsa te Sekmanî
Tu yê guleyekê bernedî
Li bejn û bala bavê
Muhemed Selîm şahê xorta
Çakêt li nava milê
Vî xweşmêrî meke
Bar giran e lo
Weyla Axawo tu Axa yî
Stranên Din
Vegere Rûpela Hunermend- Huseynê Farê – Bengîbûna Nazê Ya Li Huso
- Huseynê Farê – Ereba Min
- Huseynê Farê – Eskerê Teskerecî
- Huseynê Farê – Evîna Qîzmetê Ya Ser Lawxalo
- Huseynê Farê – Fersende Begê
- Huseynê Farê – Fersende Begê Ku Li Îranê Qewimiye
- Huseynê Farê – Hebîbayê
- Huseynê Farê – Keçika Bengî Ya Ser Delalîkê Ber Dilê Wê
- Huseynê Farê – Kilama Ser Dilan
- Huseynê Farê – Mala Mamê Xelikî û Şêxdodiyan