Mem Ararat – Xewnek

👁️ 2 Dîtin

Min xewna xwe çandiye li hewşê
Ji vê xewnê ranabim ez
Bêhna xwezîyekê jê tê
Na na ranabim ez

Ji rengê sor ê şerabê
Li ber şewqa vê berbangê
Dilerize çirûska findê
Bi sala ye xewna min tê
Ji vê xewnê ranabim ez

Li wir têk çûye tirs û xof
Li wir têk çûye destên hov
Min taca evînê da jor
Ji vê xewnê ranabim ez

Min navê textê Enqerê
Min navê şekirê Şamê
Min navê rûnê Bexdayê
Û qesrek gewre li Tehranê
Ez qurbana wê xezalê
Berfa Sîpanê çiqas lê tê
Ji evînê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez

Gotin û Muzîk : Mem Ararat

https://www.youtube.com/watch?v=FIoZxWcVaDU
0/5 (0 Deng)
Herî Jor