Rodî – Xerîp

👁️ 1 Dîtin

Min gemiyan(keştî) şewitand
Nikanim vegerim
Min ciwanî helisand
Kelgirî bikeser im

Xerîbî birîndar
Bêkesî hustîxwar
Bêhal î bêmecal î tu

Dinya li dora mi da digerî
Xerîp digerî

Dixwazim vegerim
Bilind bim wek çiyan
Rê nadin derbasbim
Ew digirin wan rêyan

Girî giriya min e
Va şîna şîna min e
Tenê tenêtiya min e
Ev, arê dilê min e

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor