Rojda – Hene

👁️ 1 Dîtin

Hene hene hene ha hene
Sed û bîst car hene hene
Hûn henek bînin bînin
Ser destê zavê bireşînin

Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Hena kî û kî li desta kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Hena zavê li desta kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Emê kî û kî bi qurban kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Xweyka mezin bi qurban kin

Hene anî barek,
Her deste û misqalek
Heneka Mosilê
Elb elba Hosilê

Emê henê bînin
Ser destê zavê kin
Emê henê bînin
Ser destê bûkê kin
Emê şahî xweş kin
Emê dîlan gêşkin.
Gotin û Muzîk :Gelêrî
Herêm : Xerzan Gundê Tûtinê

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor