Şehrîbana Kurdî – Sitemkar
Ji zana bêtir zana bûm çima îro bê zar im
Ez kurê Rûstemê Zal bûm çima îro nikarim
Bexçê evînê me av da Mem û Zînê di nav da bû
Beko Ewan li me peyda bûn ji ber wê em sitemkar in
Sitemkar Sitemkar sitemkar
Em jî bi dewlet û al bûn çima îro parepar
Bi heval û dost û yar bûn çima îro sitemkar
Sitemkar
Min go ez û kes ne ez im bê şivan mam mîna pez im
Bûm hêsîrê Ereb û Ecem ji ber Romê Sitemkar im
Sitemkar Sitemkar Sitemkar
Heta kengî belengazî li Kurdistan bi vî rengî
Şoreşa me bû derengî ji ber vê em sitemkar
Sitemkar
Tu Şehrîban û hozan bî rengê teyran şîretvan bî
Ne çekdar ne xwenda bî tu bilûra ber gayan bî
Tu Birader û hozan bî rengê teyra şîretvan bî
Ne çekdar û ne xwenda bî tê bilûra ber gayan bî
Sitemkar Sitemkar Sitemkar