Seîd Gabarî – Lê Ciwanê

👁️ 1 Dîtin

Feryad û sed ax û eman lê lê ciwanê
Ez ketme ber êş û bela lê lê ciwanê
Heyfa evî emrê ciwan lê lê ciwanê
Min daye ber derd û kula lê lê ciwanê

Derdan li dil min dane şax lê lê ciwanê
Nîsan li min bû wek tebax lê lê ciwanê
Mêrga dil û can çilmisî lê lê ciwanê
Hişk bûne hewdê sorgula lê lê ciwanê

Tîrêj bese qîr û hewar lê lê ciwanê
Emrê çûyî lê nabe çar lê lê ciwanê
Îro li dil kef û xweşî lê lê
Bîne wekî salên xela lê lê ciwanê

Muzîk : Seîd Gabarî
Helbest : Seydayê Tîrej

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor