Yekbûn – Jiyan

👁️ 1 Dîtin

Jîyan ne tenê dengê tembûrê ye
Ne tenê helbestek e ne jî çîrok e
Ne jî kasek av e yan pariyek nan
Jîyan dijwartir e ji çandina hêviyan

Lorî lorî lorî lorî kurêm lorî, berxêm lorî cergêm lorî

Jîyan dirêjtir e ji meh û salan
Jîyan mezintir e ji gund û bajaran
Jîyan kûr e weke bêhn û wek çeman
Jîyan dijwartir e ji çandina hêviyan

Lorî lorî lorî lorî kurêm lorî, berxêm lorî cergêm lorî

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor