Zinar Sozdar – Kula Evinê

👁️ 1 Dîtin

Evîn derdek dijwar e
Dilê b’ evîn birîndar e
Birîna dil xedar e
Dil bi qêrîn û hewar e

-dîsgotin-
Ey felekê binêr l’ halê min
Vê evînê xwar goştê canê min
Vê bêbextiyê ez helandim
Bes e derkev j’ nav baxçê dilê min

İstêr j’ çavê m’ tên xwarê
Wek barana vê buharê
Gula dilê min çilmisî
Ji ber bêbextiya yarê
-dîsgotin-

Gotin û Muzik: Zinar Sozdar

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor