Zimano leqleq, sero teqteq.
Zimanê wî nebûya, qijikan wê çavê wî derxistina.
Zimanê xwe birî, ciyê xwe kirî.
Zimanê xwe bibire, ciyê xwe bikire.
Zimanê têr tim birçî ye.
Zimanê sor e, pêşiyê ne gelî ye, ne zihor e.
Zimanê meriv bela serê meriv e.
Zimanê meriv, ser serê meriv dibarîne.
Zimanê dirêj edû yê seryan e.
Ziman palê xwediyê xwe ye.
Ziman kilîta dilan e.
Ziman ne kaş e, ne kendal e.
Ziman him dost e, him dijmin.
Ziman got: “Leq”, serî got: “Teq.”
Ziman girtî, ser rehetî.
Ziman bê hestî ye, digere.
Ziman bê hestî ye.
Zilkê biharê debra malê.
Zil-zil berev kir, mil-mil belav kir.
Zilamê fedîkok bi kundkî, pîreka fedîkok bi gundkî.