Melayê Cizîrî – Ellah sehergaha ezel zatê tecellaya xwe da
Ellah sehergaha ezel zatê tecellaya xwe da
Nûra cemala lem yezel yelmûmê ‘işqê şu‘le da
Zatê tecella bû li zat bêism û asar û sifat
Ji sirra hurûfên ‘aliyat xef bû di sirr û perde da
Zatek muqeddes bû wucûd coşiş nedabû behrê cûd
Wesf û îdafat û quyûd yek jî tecellayê neda
Husn û cemalê xwast evîn vêkra [d]i yek zatî cevîn
Nûra qedîm bû ‘işq û vîn wan lêki naz û ‘işwe da
‘Işqi ji nûra layezal husn û cemala bêmîsal
Îsandi yelmûm û şemal dîsa xwe lê perwane da
‘Işq û mehebbet her hebû Heq ‘aşiqê zatê xwe bû
Muhtacê husnek dî nebû neql û rîwayet pê we da
Burhanê ‘eql e[w] kir qiyas ism û kemalatên di xas
Ewwel îlahî pê binas vê nûrê ev pertew veda
Ew nûr e dayî şewq û tav ‘alem xweyabû ma di nav
Berqên xwe avêtî belav reng rengi berq û lem‘e da
Subhan ji remza Xaliqî nûra sipêde sadiqî
Tavête qelbê ‘aşiqî lerzîn û ta û cezbe da
Me‘nayê ‘işqê [bêm] çi ye lew min bi çeşmê dil diye
‘Eksa cemalek safî ye lami‘ di mir’ata me da
Husn û mehebbet zatek in me‘şûq û ‘aşiq latek in
Lê sûret û mir’atek in her yek di me‘nayê xwe da
Ger dilber û wer ‘aşiq in ‘arif di qeyda sadiq in
Ayîneyê nûra Heq in cih cih di wan da cilwe da
‘Aşiq ew e dilber ew e zahir ew e mezher ew e
Rûha rûhi we gewher ew e her şahidek durdane da
Her şahidek da dêm ji durr-rûxan di bexş in bi remz û surr
Xettê xubarî nuqtepur katib ji bala nusxe da
Herfên keşandî katibî nûra ji rûh û qalibî
Yek yek bi ismê Wahibî î‘rab û qeyd û nuqte da
Nûr in ji ser hetta qedem neqqaşê sermeşqê qidem
Pê zeyyînand lewhê ‘edem her yek ji yek dî çeşne da
Ev şikl û sûret çeşne în esl in li balater heyîn
Nisbet bi wan em saye yîn tertîbê Xellaqî we da
‘Alem bi ‘alem ew neseq ayîneyê yêt esmayê Heq
Nûra tecellaya teteq ‘eks û xiyal û saye da
Her hey’eta lê rûh û cism şiklê ku lê danî tilism
Dê wifiq bin dixwazit ism lew herfi herf endaze da
Em têk huwiyyat în heq în ism în ji mesder muşteq în
Mewhûm û laşey’ mutleq în ‘eks în xwûya di ayîne da
Pertew ji ‘eynê nûrekî tên tên tecella Tûr’ekî
Ew ser didit yek fûrekî her çendi leb leb qetre da
Ew şahidên bêrî ji ‘eyb her cilwe lê dayî di xeyb
Vê ‘alemê ew têne ceyb dîsa li hêr ew cilwe da
Reng rengi husna sûretan neqş û nigarê destxetan
Bala û bejn û qametan goftî di nazik cilwe da
Şîrînlebên qed neyşeker nazikqedên sîmînbeşer
Zulfan sitar bû roj ji ber biskan li miskê te‘ne da
Guldesteyên nûrînqedem destan ji enguştên qelem
Ew laleyên Baxê Îrem mawer li belgan jale da
Er esmer in wer dêmzerî mehpeyker in surmuşterî
Wîldan û hûr in ew perî hatî lîbas û came da
Çendî ku xeml û rewneq in lew ji evînî mutleq in
Têk cilweyêt nûra heq in ‘işqa ezel pê şêwe da
Husna munezzeh bênîşan we di vê bi neqşê zerefşan
Xal û xetên ‘enberkeşan bên dên di vî lebsê hû da
Da ew bi husna dilberan xeml û lîbas û zîweran
Bêtin şuhûda beseran bînahiya her dîde da
Bunmêti husnê rengi reng nay û def û qanûn û çeng
Ew ‘işq e wan tînit bi deng lêkin ji husnê nexme da
Sirra kelama quddisî dem dem di lebsê nefisî
Têtin tenezzul vê hesî nayê bi bang ev qisse da
We divê ku ‘uşşaqin hebin dildar û muştaqin hebin
Wê şemsê afaqin hebin da kifş bibit di spêde da
Da kifş bibin kewkeb û çerx rabin hezar Me‘rûf-i Kerx
Şiblî û Se’dî’w Alê Ferx ‘işqê di wan keşfa xwe da
Da husn û hub di mezheran we ji yek tecella bin her an
‘Aşiq bixwûnin defteran di husna mehebbet-name da
Husn û cemal û ‘işqe [y]e aram di perdê da nihe
Mehbûbê lew hetta nuhe nabin di perde û [x]ilwe da
Mehbûb û xûb û dilberan bigrê li wan heftê deran
Dê xwe j’şibak û penceran binûmîn di xeml û behce da
Ew laleyên wey tazeter di fesla biharê tên nezer
Pey pey ku dê ew bêne der xweş xweş di ‘erdê xare da
Remzek xerîb pur muşterî nazil bibit di xatirî
Karê te daîm ragirî xef bit di nêv qelbê te da
Mefhûm ku bû me‘lûm di dil zîwer bidî dê sed ‘emil
Bînî lîbasek purxemil hingî ku se‘y û cehde da
Lefz û ‘îbaret came ye mehbûbê me‘na bi xwe ye
Lê xeml û husnek zêde ye lewra li husnê zêde da
Min ev mîsale ji bo te best zoran bi zulfan dil vebest
Herçi te dî sûretperest durrê yetîm bêfeyde da
Pîs û xirab û zişt û ‘ar ma ew bi xemlê têne kar
Ê qeyd li pê bî nedye narê hubbê xwo di nava sîne da
Çarê hilîn yarê bibîn ne d’perdeya tarî bibîn
Sed carî ez karî bibîn gul wê di nava bexçe da
Ew bû mûrada Kirdigar lew kir îrade’w ixtiyar
Vî bexçeyê her gul-bihar geş bûn bişkû’w xunçe da
Bayê evînê lew livî ku di qişt û zulfa ser çevî
Herdem hezar dil da kevî xal lew di damê dane da
Behra wucûdê coşi hat nûrek tenezzul bû sifat
Hatin te‘eyyun têk sifat eşya zuhûr ‘ilmiyye da
Eşya di ‘ilmê bûn zuhûr isman ji feyza ismê nûr
Teqwîmi bestin bêqusûr hukmê sifatê seb‘e da
Lew ‘alemê teqwîm best her ismekî fi‘lek xwe xwest
Hukmê teserruf da bi dest her wî di mulk û qebze da
E‘raz û xeyr û cewheran wahid ji eslê mesderan
Te’sîrê bexşê mezheran sed rengî herf û sîxe da
Feyza hurûfên ‘aliyat behsê sutûrên safilat
Ayat û wesfên muhkemat tertîbê ‘eşr û sûre da
Katib keşandin ew hurûf her talibê lê bit wuqûf
Dê bên ji dil sed ah û ulûf serxet li lewhê sade da
Ew des[t]xetên katib Semed Wahid li ser lewha Ehed
Neqşek reşandî bê‘eded ce‘da cemalê şane da
Esmayê kamil ras[t] kirin ci[h] ci[h] qewaîl ras[t] kirin
Bala fewaîl ras[t] kirin jê ‘illetê sûriyye da
Esma muqabil bûne zewc [lê] cumle jê bin fewci fewc
Behra wucûdê hate mewc mewcan di behrê lucce da
Coşiş ku da deryayê cûd di ayîneya ismê Wedûd
Carek tecella bû wucûd nûrek ji nûrê [jê] veda
Nûrek ji nûrê [w]î vekir genca zuhûrê pê vekir
Kenza xwe qufl û mifte kir hêj wê di qufl û mifte da
Husnek munezzeh sewwirand nûra hebîbî afirand
‘Alem di kunhê heyyirand Rûhi’l-qudus can yexme da
‘Erşê sifatan bû heyat ew şahidê qudsî-sifat
Yê hat te‘yyîna nûr-û zat sêwan û şewq û hale da
Husna ji ‘işqê sewwirî xaret kirî hûr û perî
Herçî di kunhê fekkirî da ma di ‘icz û hîre da
Ew sûret û mir’at û husn jê bû zuhûr ayatê husn
Lê bû tecella zatê husn, husnê di wî serçeşme da
Serçeşmeya husnê ew e Xurşîdê ‘alem pertew e
Ger bedr e wer maha new e wer Muşterî ya Zuhre da
Wîldan û hûr û wer perî şîrîn û mehbûbên berê
Hemyan ji husna Xawerê [n]ûrê di wan yek zerre da
Barî ji nûra Ehmedî sirra sifatên sermedî
Di ayîneyê zatê xwe dî keşfa kemalatê xwe da
Ew bû qelem ew bû ‘eqil lew pê hedîsa da neqil
Deryayê ‘ilm ew bû şuxil tefsîlê ‘ilmê cumle da
Ew bû di cumle rabite mîzan ismê basite
Feyza Heq ew bû la-wasite çeşmê wucûdê surme da
Yek bû elîf-reng nuqte kir çend şiklê dî lê zêde kir
Her dem peyapey sifre kir bala bi bala rutbe da
Wahid ji nûra wê durê peymane û cama surê
Mey rêhtî anî ber firê hem cam û hem peymane da
Xeyb û mîsalê herdu silk peyweste anîn le‘l û mulk
Ew katibê elmasê kilk ew xame hem serrişte da
Nûra tecella hate ‘erş esma hemî lê bûne neqş
Enwar çû heta bi ferş isman ji zat ra secde da
Katib qelem dîsa gerand ismek ji isman sewwirand
Kursî ji nûrê afirand cennat û xuld û sidre da
Serçeşmeya vê berzexî vêkra semed dabû rexê
Feyzê ji perda ber ruxî dagirt û cih cih fûre da
Ew berzexa reng ayîne hingî ku eşya dayîne
Wan tê şemal îsayîne lê sûretek ‘eksiyye da
Wesf û kemalatê subûh herfên kitaba ‘eql û rûh
Ismek divê pê bin wudûh lew lewh û kilk û xame da
Ew nusxeya ‘alî-isim lewhek [d]ivêtin reng cisim
Da herfi pê bin murtesim herfan şikil nûriyye da
Ew latê husn in ‘eyn in nûrê sûret bi sûret tên zuhûr
Ins û perî wîldan û hûr bejnên di nazik zîne da
Her yek ji feyza ismekî tên sûreta tilismekî
Lew me‘neya her cismekî pertew bi nûrek secde da
Da sirrê tewlîdê bibêm ne bi wehm û teqlîdê bibêm
Me‘na ji tewhîdê bibêm dil ev eda bê şubhe da
Me‘şûq û ‘aşiq herdu lat meczûbi yek dî bin sifat
Hîna ku bû yek îltîfat be‘dek sifatan hisse da
Ew wez‘ herfî bû tilism lew hat te’yyîn şexsek ism
Ser da libasî rûh û cism şeklê ehadî sufre da
Hay û hûya subbûhiyan reqs û semaya qudsiyan
Teşbîhê coşa sofiyan feryad û zikrê lehce da
Westayi şaxis sef sef in batin di ‘xeybê da xef in
Teşbîhê berqa xatif in lami‘ di çerxê tis‘e da
Zaza bi cama badeyê yar tête nava helqeyê
Medhûşi cama wê meyê şaş û kulav aşufte da
[Remza] cama şerbetê xef tête nava suhbetê
Her çî ku fincanê detê wî can bi nezr û sedqe da
Şem‘a wîsalê her geş e şewqa şemalê ateş e
Mey di peyalê bêxeş e saqî ‘ecebreng bade da
Saqî ‘ecebreng bade rêht me‘şûq û ‘aşiq mey dimêt
Fincan bi fincan da û rêht kama dilê bêçare da
Eşya peyapey wellidîn yek yek ji weslê bedridîn
Hem mesder în hem mewrid în wê qulzumê ev reşhe da
Ev reşhe da wê qulzumê mey hate tasa ‘alemê
Cama cihanbîn da Cemî bi Eskenderî ayîne da
‘Eksa ji husna meyfiroş avête fincanên di boş
Mey lew di caman hate coş fûrî di nêva kûze da
Saqî ji dengê bulbul e avête çerxê xulxule
Rûhan bi dorê silsil e govend û reqs û helqe da
Mehbûb bi cama qerqefî carek xwe nîşan da sefê
Nayê bi awazê defê çengê bi qanûn nale da
‘Eynê tebî‘et cismê gul bişkift di wî baxê du gul
Husnê gerand lê camê mul ‘işqê di wî jî pence da
Berzex bi berzex bûne rast lêk tebbitî bê kêm û kast
Menzil bi menzil hilguhast hetta ku dur çû di huqqe da
Avête durdana xwe dur îsand ji misba[h]a xwe sur
Elmasê bi necma nehs û kur mihra sitêra se‘de da
Çewkanê bayê lamekan fulka felek qaîm sukan
Teşbîhê goy da ber şeqan her bêqirar û sekne da
Ew kamilê bê‘eyb û neqs, neh çerx her new‘ek bi şexs
Rengek xwe wî anî bi reqs, tê seb‘e û seyyare da
Her ne bi vê cehd û lezê, çerxên li dora merkezê
Behra du ‘alem lê bezê, tê wî ev hebab sergeşte da
Behra du ‘alem lê zebed, mewcên hebab in hin cemed
Peyweste têtin cezr û med, seywan li sehrayê veda
Ew xî[v]eta kewkebmîsal, geh bedr e têtin geh hilal
Sê[z]deh duwazde mah û sal, çerxek li dewrê seb‘e da
Min dil ji fehmê qasir e j’wê sûretê çar ba kir e
Pê bû temam ev daîre neqşek ‘eceb gerdende da
Yek yek ji teqwîma qedîm, anî neseq hukmê hekîm
Avête vê lewhê reqîm, di vê ‘alemê şu‘leyye da
Hindî ku xett û nuqte ne, ewda‘ û eşkalin tê hene
Her yek bi miqdarek xwe ne, xetta tesewwur rê neda
Miqdar şiklê hendesî, kêm-zêde û hemyan hesî
Yek nuqteyek pê nahesî, hetta bi sethê sufle da
Mersef di nav wan meş‘elan, qet‘en mesafe’w merhelan
Sirra burûc û menzilan, resma sulûka cadde da
Ew yek bi yek xalî nehin, bê hikmetek halî nehin
Wan surek halî nehin, ev reqs bê mestane da
Mestane govendê [d]ikin, reqsê li dor findê [d]ikin
Qesta şekerxendê [d]ikin, le‘lan ji gewher xende da
Tê badê çerxa lewleban tedwîr û seyra kewkeban
Di spêde roj û şeban, ihsan û lutf û şefqe da
Sûret bi sûret Heq kişand, lewhê heyûla neqqişand
Zêrav ji nûrê lê reşand, teqwîm û şikl û xane da
Katib di çerxê cedwelî, xweş neqşek avêtê dilî
Kir haşiya Heft Heykelî, nêv kulliyatê xemse da
Danîn di pergaran esil, bestin muqabil deh fesil
Vêkra de[w]aîr bûn wesil, berzex bi berzex xeffe da
Çar ‘unsur in çar teb‘et in, er ew bi mîzan vêk ketin
Bi feyz new‘ê lêk ketin, wan sûretê şexsiyye da
Hetta bi mîzan çar esil, vêkra nebin cem‘ û wesil
Cisman di hev naden nesil, bazû di yek da rence da
Çar ummehat in sê benat, lew bêqirar in bêsebat
Yek ‘işq û meyl û îltîfat, di ev taze deyra kuhne da
Hin suflewî bazî [d]ikin, hin meylê evrazî [d]ikin
Xweş reqsek û şehbazî [d]ikin, kefa meya gulgûne da
Her hey’at û her cismekî, her new‘ û ferd û qismekî
Rûh wî bi destê ismekî, mayî di qebze’w pence da
Kullab bi destê Wahib e, ya Rebb çi reng bêcazib e
Yan xafid e yan nasib e, ya ref‘e û yan cezme da
Ew cezme dayî merkezan, ey dil ji ber şewq û lezan
Hikmet bi qanûnê bizan, Heq ehlê heq ev jê firqe da
Remzên nucûm û hey’atê, ‘eqlê mucerred naretê
Bênûr û ‘ilmê wehdetê, dama di şekk û şubhe da
Feyyadê ‘ilmê min ledun, pey pey ji behra “kaf û kun”
Kef kef bi ustadê sexun, her gewherek nasufte da
Feyza u‘lûmê felsefe, pur kifş e lê sirr û xef e
Min dî di camek qerqef e, fincan bi can min cur‘e da
Her neh mulki kaxek in, dewr ji asitanî axik in
Lê darî ew jê şaxik in, vî terhî insan mêwe da
Insan ber û ‘alem durext, sultan ji xilwet hate text
Pê zeyyinîn îqbal û bext, dewlet ji bala tale da
Sultanê bala hate xwar, lahûti ji nasûtî veşar
Peyweste bûn nuqte’w medar, dewra ‘urûcê lewne da
Dewrî gihande yek teref, mehbûb di fincana sedef
‘Aşiq dîtin sef bi sef, durdaneya seyyale da
Saqî ku da min ev silav, feyza meya gulgûn û saf
Zail kirin şubhe û xîlaf, ‘ilmek ji ber bê ruq‘e da
‘Ilmek nima dil pê numûc, qelbê di ‘işqê ket ‘urûc
Dê tey biket çerxê burûc, şehper li dara sidre da
Dolab û çerxa neh felek, pêş destê kursî wek helek
Sergeşte haîm têt felek, li dor nuqteya mewhûme da
Ehsan ji vî sun‘ê refî‘, eşkal û ewda‘ên bedî‘
Têtin ew ê nûrî wek beqî‘, bê ‘eyb û neqs û rexne da
Ehsen ji vî nezma letîf, çendan subuk werne xefîf
Mehbûb bi destê xwe’y şerîf, neqdê me muhr û sikke da
Ehsen ji vî wed‘î Mela eşkal û ewsafên hela
Lew dil bi wan bû mubtela cezbe’w celal e d’sîne da
Helbestên Din
Vegere Rûpela HelbestvanHelbesta din a vî helbestvanî tune.