Keşkûl

Rêje: 0/10 (0 deng)
WeşanxaneLîs
ISBN9786059295925
Zimanê ResenKurdî
Rûpel184
Çap & Sala Çapê 1. 2018

Danasîn

Keşkûl, di pêşgotina vê berhemê de Emerîkê Serdar, xwendevan ji çavkanî û wateya keşkûlê agahdar dike û dide zanîn keşkûla wî berevajîyê keşkûla Derwêş Baba ye. Bi rastî jî Keşkûla, Emerîkê Serdar nola sindoqeke gencîyên ji kelepûra çandî û zimanî Kurdî ye. Di vê berhemê de xwendevan dê tûrikê xwe ji gencîneyên mîna meselok, metelok, xeberdanên qerfok, îdiyomên ji zimanî, zargotin, ji navên êl û eşîrên kurdan, ji navên jin û mêrên kurdan, heta navên gîha, pincar û navên dar û berên xwezayî jî tijî bike.

Keşkûl, di warê parastin û neqilkirina kelepûra wêjeyî a neteweya Kurd ji bo nifşê pêş de berhemeke giranbuha ye.

“Hat gîha ye,

Semam ka ye,

Diran keşk e,

Avsîr reşk e,

Xwedê rûyê keçika reş ke,

Zikê xwe kiriye meşk e.”

Şirove (0)

Hîn tu şirove nehatine kirin. Bibe yekem!

Ji bo şirovekirinê divê hûn têkevin malperê.
Herî Jor