Mikûrî

Rêje: 0/10 (0 deng)
WeşanxaneLîs
ISBN9786059295932
Zimanê ResenKurdî
Rûpel427
Çap & Sala Çapê 1. 2018

Danasîn

Mikûrî, bîranîn, kurtejîyan an jînenîgarîya nivîskarekî pirhêlî a mîna Emerîkê Sedar e. Mikûrî ne tenê ji bo dîroka wêjeya Kurdî girîng e, her wiha ji bo xwendevanên wî ên dilsoz ên ku dixwazin jîyana wî ji nêz ve nas bikin jî çavkanîyeke têrûtijî ye. Xwendevan dê di nava rûpelên vê berhemê de awayek ji awayan bidin pey şopa çavkanî û îlhama kurteçîrokên Destê Dê, Dengê Dil, Êdî Dereng Bû û Hesreta Emir û hin xebat û karên wî ên din e. Dê jê serwext bibe ku çavkanî û îlhama wî, ji jîyana wî û civaka wî bi xwe ye û dê careke din pê bihese ku di navbera jîyana wî û berhemên wî de girêdaneke bivênevîyê ya ruhî heye. Her wiha divê neyê jibîrkirin û cihê qedr û qîmeteke hêja ye ku ev berhem bi keda keça wî, Nûra Emerîk derbasî ser kaxizê hatiye kirin.

Hindê, cihê serbilindî û şanazîyê ye ku nivîskarekî mîna Emerîkê Serdar ê ku hemû jîyana xwe di rêya vegotin, derbirîn, pêşxistina ziman û çanda Kurdî de bihûrandiye, qedr û qîmeta xwe di nava xwendevanên Kurd de bibîne.

“Min ê ev pirtûk nenivîsîya, eger mikûrîyan tebatî bidana ruhê min. Min nivîsî, wekî ruhê  min hebekî hêsa bibe. Min wisa jî ew qewimandin bi bîr anîn, ku bi jîyana min re girêdayî ne û ez nikarim guh nedim ser wan.”

Şirove (0)

Hîn tu şirove nehatine kirin. Bibe yekem!

Ji bo şirovekirinê divê hûn têkevin malperê.
Herî Jor