Aram Tîgran – Lo Lo Pismamo
Lo lo pismamo, çima deng nakî,
Serê xwe carek bilind ranakî.
Eskerê dijmin li çiyayê jor in,
Weka xweşmêra ji hev bela nakî.
Lo lo pismamo, zanim xweşmêr î,
Pismamê Rostem yan egît şêr î,
Roja helanê roja lêdanê,
Mêr be li meydanê, dotmam bi gorî.
Lo lo pismamo, haya te ji te be,
Çarika min î reş li serê te be,
Roja lêdanê, li ber meydanê,
Lêdan tim hebe, reva te nebe.
Şalê xerzanî, rabe li xwe ke,
Pişta xwe girêde rext û fişek e,
Pismamê min î, dotmama te me,
Te ra kil daye, çavê belek e.
Lo lo pismamo, çima deng nakî,
Serê xwe carek bilind ranakî.
Eskerê dijmin li çiyayê jor in,
Weka xweşmêra ji hev bela nakî
dest we xweşbin..