Siyabend – Sitemkar
Ji zana bêtir zana bûm çima îro bê zar im
Ez kurê Rûstemê Zal bûm çima îro nikarim
Baxçê evînê me av da Mem û Zînê di nav da bû
Beko Ewan li me peyda bûn ji ber wê em sitemkar in
Sitemkar Sitemkar sitemkar
Em jî bi dewlet û al bûn çima îro pare par
Bi heval û dost û yar bûn çima îro sitemkar
Sitemkar
Min go ez û kes ne ez im bê şivan mam mîna pez im
Bûm hêsîrê Ereb û Ecem ji ber Romê Sitemkar im
Sitemkar Sitemkar Sitemkar
Heta hinê jî ez ezî, polîtîka bi terezî,
Birakujî bi mêrxasî, ji ber vê em sitemkar in
Sitemkar
Ger neyara baş nenas bin, tu reben û ez mêrxas bim
Birakuj û em pêxwas bin, ji ber vê em sitemkar in
Sitemkar
Heta kengî belengazî li Kurdistan bi vî rengî
Şoreşa me bû derengî ji ber vê em sitemkar
Sitemkar
Tu Birader û hozan bî rengê teyran şîretvan bî
Ne çekdar ne xwenda bî tê bilûra ber pezan bî
Tu Birader û hozan bî rengê teyra xîretvan bî
Ne çekdar û ne xwenda bî tê bilûra ber pezan bî
Sitemkar Sitemkar Sitemkar