Bro Omerî – Dilo

👁️ 2 Dîtin

Erê dilo, lo dilo
Agir kete sênca çilo
Duniya, alem bûne dewlet
Kurdistana min ma wilo
Duniya, alem bûne dewlet
Kurdistana min ma wilo

Dilo rabe bilezîne
Bike hawar, biqîrîne
Welatê xwe rake piyan
Duniyayê pê bihesîne
Duniyayê pê bihesîne

Tew lo dilo jaro dilo
Agir ketiye sor çilo
Duniya, alem serbixwe ne
Kurdên gernas mane wilo
Duniya, alem serbixwe ne
Kurdên gernas mane wilo.

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor