Hunergeha Welat – Li Herî Jorê
li jorê li herî jorê botano
Esmerê xizêm şorê wa Esmerê
li garê li hawirdorê Botano
çavbazê kezîmorê hê Esmerê
çeqelê van romiyan Botano
bê terqîn şandin gorê wa Esmerê
ava zê pir bi nav e Botano
ji bo neyar çirav e wa Esmerê
têk çû romya bêbav e Botano
paşpaşkî gavegav e hê Esmerê
kelaxên wan li ber tav e Botano
para wan mirina xav e hê Esmerê
Koro
ava zê gujeguj e
guliya metîna ya kej e
Esmer berûya bej e Botano
çiya ji awiran diheje Esmerê
gurboz yek car dikuje Botano
rêya wan vajevaj e Esmerê
enya gever bilind e Botano
da ber xwe ser û bin e hê Esmerê
şeşxanan qîj e û him e Botano
me û tirkan hirm e û gurm e hê Esmerê
şerê sîng û dewran e Botano
sîreg li hinav û sîngan e hê Esmerê
memyanê min xweş siwar e Botano
lûla wî jê re yar e hê Esmerê
gurza mem kurêjar e Botano
çoga wan anî xwarê hê Esmerê
cewrên tirko bi hewar e Botano
li qesrê qareqar e hê Esmerê
Koro
segvanên nîşançî ne
serfir e mefer nîn e
werxelê çi xweş war e Botano
çeper ê xwarz û xal e Esmerê
çar tilî qûçê wan e Botano
tirs mergê roviyan e Esmerê
Stranên Din
Vegere Rûpela Hunermend- Hunergeha Welat – Ballem
- Hunergeha Welat – Felaket im
- Hunergeha Welat – Hey Zapê
- Hunergeha Welat – Lo Kurdo Çêyo
- Hunergeha Welat – Rewanê Resen
- Hunergeha Welat – Şêladizê
- Hunergeha Welat – Serêkanîyê û Avaşîn
- Hunergeha Welat – Şervano
- Hunergeha Welat – Strana Leyla Guven
- Hunergeha Welat (Mehmûd Berazî) – Nazê Nêrgiza Hewşê