Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: AArmancArmanc - Şehîd
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Armanc - Şehîd

Hûn diçin rojên azadî li hêvya me ne
We keda xwe kiriye nav
Em nahêlin Hûn biçin
Ew dilê weyî pola di dilê mede dijî
Ew hêviya we di nav xwîna me da
Hûn
diçin

Em nahêlin hûn biçin
Em we ji bîr nakin.

Rê ya we bi gul û sosinan tê xemilandin
Gora we bibe gulîstan
Hûn diçin bilind dibin ber bi ezmanê şîn ve
Li ser ewrên bîn û bereket
Li ser welatê me kurdîstan

Hûn
diçin

Emê tu dema we ji bîr nekin lehengên me nayên ji bîr kirin
Em nahêlin hûn biçin
Em ji were dibêjin hûn bi xêr û selamet
Rûmetê gelên me şehîdên me ne
Hûn
diçin

Em nahêlin hûn biçin
Em we ji bîr nakin

Rêya we bi gul û sosinan bê xemilandin
Gora we bibe gulîstan
Hûn diçin bilind dibin ber bi ezmanê şîn ve
Li ser ewrên bîn û bereket
Li ser welatê me kurdîstan

Gotin û muzîk: Armanc