Beha Şêxo - Ji Mir Gotin
Jêgirtin ji Xelîl di 22/04/2025, 16:59 deJi mir gotin li Qamişlo
Dîlbera te mest û gêje
Li ser êşa vê dîlberê
Yek şîretê kes nabêjeGotin bûke lê biçûke
Çîroka wê pir dirêje
Destê nojdar birîndare
Bin nenûka tev qirêjeJi mir gotin li Qamişlo
Dîlbera te mest û gêjeJi mir gotin li Amedê
Dîlbera te pir dinale
Di çavê min ji hêsra re
Şev û rojê sor peyaleEv bû sed sal e di vê xewnê
Li pêş çava hîn xeyaleSal buhurîn li hêviya wê
Serê îro gewr û kaleJi mir gotin li Amedê
Dîlbera te pir dinaleJi mir gotin li Mehabad
Dîlbera te wa bê denge
Di zindana kul û êşa
Xemla bejnê tarî rengeHeger wilo jar bimîne
Cihê wêna gora tengeMin got bese vê nebêjin
Hîn ji mêjde şox û şengeJi mir gotin li Mehabad
Dîlbera te wa bê dengeJi mir gotin li Hewlêrê
Dîlbera te perîşane
Ji ber êşa perçebûunê
Di xemlê de dil kovaneLi nav cîhan hîn ne nase
Bê sînor û bê nîşaneMin got raste lê bi ale
Xwedî tac û perlemaneJi mir gotin li Hewlêrê
Dîlbera te perîşaneEv bûn sed sal ez dinalim
Ji ber êşa çar dîlebera
Birînên wan derman bikin
Bi rondikên gulîzeraAgirê sar ezê dadim
Weku ronak û find û çiraTa ku ew bax bixemile
Li şûnwarê kelemperaEv bûn sed sal ez dinalim
Ji ber êşa çar dîleberaHelbest: Ferhadê Içmo
https://www.youtube.com/watch?v=ARLX1_5LdRc
Ji mir gotin li Qamişlo
Dîlbera te mest û gêje
Li ser êşa vê dîlberê
Yek şîretê kes nabêje
Gotin bûke lê biçûke
Çîroka wê pir dirêje
Destê nojdar birîndare
Bin nenûka tev qirêje
Ji mir gotin li Qamişlo
Dîlbera te mest û gêje
Ji mir gotin li Amedê
Dîlbera te pir dinale
Di çavê min ji hêsra re
Şev û rojê sor peyale
Ev bû sed sal e di vê xewnê
Li pêş çava hîn xeyale
Sal buhurîn li hêviya wê
Serê îro gewr û kale
Ji mir gotin li Amedê
Dîlbera te pir dinale
Ji mir gotin li Mehabad
Dîlbera te wa bê denge
Di zindana kul û êşa
Xemla bejnê tarî renge
Heger wilo jar bimîne
Cihê wêna gora tenge
Min got bese vê nebêjin
Hîn ji mêjde şox û şenge
Ji mir gotin li Mehabad
Dîlbera te wa bê denge
Ji mir gotin li Hewlêrê
Dîlbera te perîşane
Ji ber êşa perçebûunê
Di xemlê de dil kovane
Li nav cîhan hîn ne nase
Bê sînor û bê nîşane
Min got raste lê bi ale
Xwedî tac û perlemane
Ji mir gotin li Hewlêrê
Dîlbera te perîşane
Ev bûn sed sal ez dinalim
Ji ber êşa çar dîlebera
Birînên wan derman bikin
Bi rondikên gulîzera
Agirê sar ezê dadim
Weku ronak û find û çira
Ta ku ew bax bixemile
Li şûnwarê kelempera
Ev bûn sed sal ez dinalim
Ji ber êşa çar dîlebera
Helbest: Ferhadê Içmo