Behçet Yehya - Ger Biwarî Daynewe Rojgarî Çewut
Jêgirtin ji Xelîl di 22/04/2025, 17:01 deGer biwarî daynewe rojgarî çewut
Carîkî tir yekman bînî be rêkewtNekey herwa be nîgayek be rêm key
Be rûxsarma birrwanî lêm têdegeyBefrî temen barîwe serdemêke
Her tallêkî qijim basî xemêkeWek rewendan çon ellweday kwêstanin
Yan birsiyan çende le xemî naninWek şiney bay hogirî pelkî daran
Wek tînwêtî wuşke sallê bo baranAwa minîş bo dîdarit peroşim
Xeyallî to tenîwiye bîr û hoşimDestî rojgar xozgey kirdim be birya
Bê naz kewtim, dillim wek korpe giryaBoye çawim êstaş pirr le esrîne
Sarrêj nabê birînî ew ewîneHemû temen legel xoma eygêrrim
Ew zameye hewênî wuşe û dêrrimGullê nebûy le paş werzê bijakêy
Renge xoşit nezanî wek min to kêyHezê nebûy paş sallanê beserçî
To ew hestey legel rûha der eçîBê wîstî min destî zemen way hêna
Ke to rûh bî min be çî bitkem wênaHonrawey: hêmin mam nadir
Ger biwarî daynewe rojgarî çewut
Carîkî tir yekman bînî be rêkewt
Nekey herwa be nîgayek be rêm key
Be rûxsarma birrwanî lêm têdegey
Befrî temen barîwe serdemêke
Her tallêkî qijim basî xemêke
Wek rewendan çon ellweday kwêstanin
Yan birsiyan çende le xemî nanin
Wek şiney bay hogirî pelkî daran
Wek tînwêtî wuşke sallê bo baran
Awa minîş bo dîdarit peroşim
Xeyallî to tenîwiye bîr û hoşim
Destî rojgar xozgey kirdim be birya
Bê naz kewtim, dillim wek korpe girya
Boye çawim êstaş pirr le esrîne
Sarrêj nabê birînî ew ewîne
Hemû temen legel xoma eygêrrim
Ew zameye hewênî wuşe û dêrrim
Gullê nebûy le paş werzê bijakêy
Renge xoşit nezanî wek min to kêy
Hezê nebûy paş sallanê beserçî
To ew hestey legel rûha der eçî
Bê wîstî min destî zemen way hêna
Ke to rûh bî min be çî bitkem wêna
Honrawey: hêmin mam nadir