Behçet Yehya - Şox û Şengê
Jêgirtin ji Xelîl di 22/04/2025, 17:01 deŞox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir, dil ji minWê şepalê miskê xalê
Dêmdûrê gerden şemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji minZulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir, dil ji minDên nedîrê bo 'ebîrê
Xemrî û gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji minSurşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji minHerdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan 'eql û hiş man
Sa'eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir, dil ji minHelbest: Melayê Cizîrî
https://www.youtube.com/watch?v=5raLxusK5Vk
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir, dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdûrê gerden şemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir, dil ji min
Dên nedîrê bo 'ebîrê
Xemrî û gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan 'eql û hiş man
Sa'eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir, dil ji min
Helbest: Melayê Cizîrî