Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Berfîn Aktay - Min Xilasî Divê

Ne îş bêpergale Dinya hewqasî
Hê li vî emrî min têr dîn tengasî
Kirme piç û parî wek hut û dewar
Eyn ev dinya li ser pişta gamasî

Tûj bûm bê kêf im niha tirş û tehl im
Felekê ez koh kirim çerx bi pasî

Ez ji derban ketim gêr bûm xindirîm
Kanî mêrxasî û ew rihê asî
Ev Dinya bê dîn e, ez jî dîn kirim
Nikarim li xwe bikim vî kirasî

Bê dadî ez dîl kirim derî dada
Rokî berî ya dî divêm xelasî.

Helbest: Qasim Xelîlî
Muzîk û Vokal: Berfin Aktay
Piano: Mehmet Weysel Aslan