Ji nazê gewra revîm ez ketim arê esmerê Min go belkî azad bim lê geztim dava hecerê Ev çi zagon e kişandim dame destê şehperê Ya Hebîbê xeste me ez rehmê bik tu nûberê
Ez ciwan im cêhil im xwîna min germ e wek pizot Nekeve ber salên min va ye bû me heştê û not Ev du car in tîremar in bi êriş tên serniqot Bes te kun kir pikşîn neynoka ji nava cegerê
Nexwezî jîna ez tê de wek çûkê nav pençê baz Ma heye îqbal vebit ez bibim Mehmûdê Eyaz Min ji destê axuya belekçav her tim kazekaz Ez kirim dîn û gawir pîj û nûbarên serwerê
Helbest: Tahir Dînarî Muzîk: Berfîn Aktay
https://www.youtube.com/watch?v=8N3qQhHpMjk