Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: BBraderBrader - Milîtan
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Brader - Milîtan

Milîtan milîtan milîtan
Milîtan milîtan Kurdistan
Simbêl qeytan dayik qurban
Milîtano, Milîtan Kurdistan

Xwendevan û zana bî
Qelem li dest mamoste bî
Çek li destan pêşmerge bî
Mirin hebî rev tinebî
Milîtano, milîtan Kurdistan

Tu cotkar û tu karker bî
Tu gundî û tu rênçber bî
Divê tu l' ser eslê xwe bî
Ger tu Kurd bî pêşmerge bî
Milîtano, milîtan Kurdistan

Tu çi jin û tu çi mêr
Here şoreşê wek şêr
Geh li jor û geh li jêr
Çi bi çek û çi bi bêr
Milîtano, milîtan Kurdistan

Nayê bîra te li meqer
Çek li destan fîşek li ber
Şev teqya agir û ber
Stêra sibe ê li me dade
Milîtano, milîtan Kurdistan

Milîtan milîtan milîtan
Milîtan milîtan Kurdistan
Simbêl qeytan dayik qurban
Milîtano, Milîtan Kurdistan