Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Diljen Ronî - Dîlberê Îro Seher

Dîlberê îro seher, dîlberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sînê yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox

Ax û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwin û zox

Xwîn ji dil co co rewan tê
Wek ‘eqiq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê
Ew şepala şeng û şox e