Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Diljen Ronî - Li Ber Deriyê Dilê Te

Sar e
Ez dicemidim
Laşê min sermahiya te de diricifî
Hestên min di xwelî ya te de dişevitî

Li ber deriyê dilê te me
Çend sal e, ez bûm dar
Av av bide.

Lê hê dimîne, li ê hê dimînim
Heta tu bê wê bimînim

Xewn e, lê dîsa ez dibînim
Netirse ez ne dîn im
Lêvên min ji ber hilma te diqelişî
Peyvên min di gewriya min de dixeniqî

Li ber deriyê dilê te me
Çend sal e, ez bûm kal
Av av bide.

Lê hê dimîne, li ê hê dimînim
Heta tu bê wê bimînim.

Gotin û Muzîk: Diljen Ronî

Ev der cihê îmzeyê ye, lê em dikarin ji bo reklamê jî bi kar bînin; heger tu bixwazî bibî sponsora/ê xudresteyê jkx peyamekê bişîne: [email protected]