Ew dîkê li ser xaniyê, dil ketiye mirîşkê Cîran mirîşkê nade, qelendê wê giran e Cîran mirîşkê nade, rebeno dil ketiye Cîran mirîşkê nade, pepûko dil ketiye
Dîko her şev dinale, mirîşk teşî lê dirêse Cîran her şev dinale, mirîşk teşî lê dirêse Tew nabîne nabihîze, rebenê bê dil mêr e Tew nabîne nabihîze, pepûkê bê dil mêr e
Ew dîkê me yê bedew, tûncik li eniyê Û pê re cîran, xwedanê heft jinan Kincê xwe berhev dikin, ji gundê me bar dikin Ho dîko, ho cîran , ji gundê me bar nekin
Ew mirîşka reben, ji kezebê xwîna reş tê
Rebenê, mirîşkê mir û zarokên wê man sêwî. Mezin bûn û yek bû dîk, ya din bû mirîşk, yê din jî cîran… Dinya wisa ye, wiha hatiye û wiha diçe…
Gotin û Muzîk: Ercan Bîngol
https://www.youtube.com/watch?v=vebZa28G910