Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Erol Berxwedan - Her Delalê

Dema ez te nebînim
Weke serxweş û dîn im
Hêsira dibarînim
Bi şev û roj û her gav

Her delalê çavreşê
Karxezalê kenxweşê
Bêrîvanê dilgeşê
Ji te tê bêhna gulan

Ez dilketiyê te me
Evîna min ser ya Mem e
Evîn min re sedeme
Eşqa te min her deme

Her delalê çavreşê
Karxezalê kenxweşê
Bêrîvanê dilgeşê
Ji te tê bêhna gulan

Tu bedewa vî warî
Roniya ber çavanî
Gava tu ba min nebî
Dinya min reş û tarî

Her delalê çavreşê
Karxezalê kenxweşê
Bêrîvanê dilgeşê
Ji te tê bêhna gulan