Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: FFatêFatê - Hey lawo hey bira
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Fatê - Hey lawo hey bira

Dayik rûniştin li ber dîwaran
Sor-gewez bûne avê rûbaran
Werin çend rojê dinya derewîn
Ji hev ra bibin wek xuşk û bira

Hey lawo hey bira hey lorî lorî
Hey lawo dil û can ji we ra gorî
Malê me zozan in, hewşê me zinar
Ji ber derd û kula dilêm bûye pare-par
Keç û bûka reş girêda wa hewar hewar
Li warê dûr boy gula sor bûme evîndar

Gelî xemgîna derdê me zor e
Dijminê xayin wek marê kor e
Ronîkê çavan nikarim bigrim
Çekê delalan bi xwîna sor e
Dîsgotin

Tîrêjên da ser riya me
Ji boy rizgarî li ser piya me
Ewrê reş-tarî ji ser me rakin
Jîyan wê xweş be wek hêviya me