Fatê - Mirin hate ber mala me
Jêgirtin ji Xelîl di 25/04/2025, 18:38 deMirin hate ber mala me
Bila were jê natirsim
Helebçe brîna teze
Geliyê Zîlan, warê Dêrsim
Hey hey...Roj li me bûn şevê tarî
Karê me ew e çekdarî
L’ welatê me jiyan nema
Çarekî ji kî bipirsin
Wey wey...Evîna li ser dilê min
Yej ew e, yek jî gelê min
Derdê xerîbiyê zor e
Agir berbûye dilê min
Hey hey...Çare û hêviyek digerim
Derdê xwe ji kê re bêjim
Wekî tavîngê baranê
Rondikê çavan dirêjim
Wekî teyrê baskşikestî
Ranabe dest û milê min
Wey wey...Xaka me sem û seyran e
Warê rêwî û karwan e
Çavê dinyayê l’ser me ye
Herkes ji me re heyran e
Hey hey...Çi kuştin e çi ferman e
Bo çi brîn bê derman e
Wekî em hatin dinyayê
Jiyan bo jîna însan e
Wey wey…
Mirin hate ber mala me
Bila were jê natirsim
Helebçe brîna teze
Geliyê Zîlan, warê Dêrsim
Hey hey...
Roj li me bûn şevê tarî
Karê me ew e çekdarî
L’ welatê me jiyan nema
Çarekî ji kî bipirsin
Wey wey...
Evîna li ser dilê min
Yej ew e, yek jî gelê min
Derdê xerîbiyê zor e
Agir berbûye dilê min
Hey hey...
Çare û hêviyek digerim
Derdê xwe ji kê re bêjim
Wekî tavîngê baranê
Rondikê çavan dirêjim
Wekî teyrê baskşikestî
Ranabe dest û milê min
Wey wey...
Xaka me sem û seyran e
Warê rêwî û karwan e
Çavê dinyayê l’ser me ye
Herkes ji me re heyran e
Hey hey...
Çi kuştin e çi ferman e
Bo çi brîn bê derman e
Wekî em hatin dinyayê
Jiyan bo jîna însan e
Wey wey…