Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Fehmî Begê Pêçarî – Hasan Akgül (1910-1969)

Fehmî Beg di sala 1910ê de gundê Pêçarê (Güldiken) hatiye dinê. Pêçar gundekî Licê ye. Kurdên Pêçarê bi giştî zaza ne lê bi kurmancî jî diaxivin. Fehmî Beg ji malbata mîrên Suweydî ye ku li Pêçarê îqamet dikirin. Suweydî di serî de navê eşîreke ye û dûre dibe mîrektî û ev mîrektî çend sedsalan dewam dike. Li gundê xwe dest bi xwendinê kiriye. Li Licê û Farqînê perwerdehiya xwe domandiye. Zimanê tirkî, farsî û ‘erebî hîn bûye.

Di sala 1927ê de Pêçar tê şewitandin û talankirin. Bavê wî Ehmed Beg jî di nav de gelek gundiyên Pêçarê tên kuştin. Di sala 1928ê de Şêx Fexrî ji Binxetê vedigere, Fehmî Beg tevli hêzên Şêx Fexrî dibe. Digel şervaniyê, karê namenûsiyê û wergerê ji Şêx Fexrî re dike. Di sala 1933yê de hêzên Şêx Fexrî têk diçin. Fehmî Beg li Farqînê tê girtin. 7 salan di hespê de dimîne. Piştî ku ji hepsê derdikeve debara xwe bi tamîra sîlehan û necariyê dike. Fehmî Beg di sala 1969ê de li Diyarbekire wefat dike.

Berhemên Wî

Fehmî Beg bi zazakî, kurmancî, tirkî, farsî û ‘erebî helbest honandine. Bi tesîra Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Siyahpoş, Hafizê Şîrazî, Se’diyê Şîrazî, Fuzûlî û Ferezdeq helbest nivîsîne. Fehmî Beg di helbestên xwe de mexlesên Namî, Fehmî û Fehîm bikar anîne. Fehmî Beg xwedî dîwan e.

Dîwana Namî (Mexmuru’d-Dewawîn)

Dîwaneke muretteb e. Dîwana muretteb ji 45 helbestan pêk tê lê piştre 17 helbestên din jê lê hatine zêdekirin. Destxeta şa’ir bixwe li ber dest e. Yunus Demir di sala 2019yê de li ser dîwana wî teza xwe nivîsiye. Di encama xebatê de 6 helbestên din jî bi dest xistiye. Teşeyên van 68 helbestan wiha ne; 42 xezel, 19 qesîde, 1 mesnewî, 1 murebbe’, 2 muxemmes, 1 texmîs, 1 museddes û 1 musemmen. Helbestên wî yên mulemme’ jî hene. Munacat, ne’t, mersiye û medhiye bûne mijarên helbestên wî. Dîwana wî hatiye çapkirin û weşandin.

Xebatên Derbarê Fehmî Begê Pêçarî De

Demir, Y. (2019). Dîwana namî (Fehmî begê pêçarî): "Meġmuru'd-dewawîn"(Metn û lêkolîn). [Hejmara Weşandinê: 552830). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê]. https://tez.yok.gov.tr/

Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan

Pêçarî, F. B. (2021). Dîwana Namî (Metn û Lêkolîn: Yunus Demir). Nûbihar. Stenbol

 

Meşriqê amalê qelbim çeşmê tabanê tu da

 

Meşriqê amalê qelbim çeşmê tabanê tu da

Xonçeê bext û umîdem le'lê xendanê tu da

Menbe'ê abê ḥeyatim cahê zenexdanê tu da

Aşiyanê murxê dil zulfê perîşanê tu da

Ger li kû bî ey perî dil min di seyranê tu da

 

Wadiyi mihnetde pûyanim tek û tenha xerîb

Dûri ez ruxsarê yar im mam di xurbet bê ḥebîb

Raziyim zîra 'uşaqan xem digel derde nesîb

Ez bi vî derdî xweş im min nevê destê ṭebîb

Ger biket derman hilakim zehrê dermanê tu da

 

Eşkê rîzanê me bûyin ba'isê pur qal û qîl

Mayeê hicran buwed an ateş û zeyt û fetîl

Sebri der dil min nemaye qatil e ew, em qetîl

Hilmede damen bi naz uftadegan ra rû cemîl

Ber semakê helneîn ew destê damanê tu da

 

'Eql û îz'anim perîşan kirne zulfê xum be xum

Tîrê mijganet di dil de vekirin sed zexmê xem

Zarê ez derdê firaqim key tereḥum ey ṣenem

Xûnê çavên ma bibîne leykê nifret mîdehem

Z'an nemekkê le'l û durr der şekerefşanê tu da

 

Kirye bê tab û tuwan firqet tine bê carê min

Esti umîdem ger bipêçe yar can cerḥanê min

Ez perîşani xilaṣ kit xaṭirê awarê min

Mestê xwabê naz ku bê berhev bikî dilparê min

Çun ewî her parekî yek nûkê mijganê tu da

 

Nîne ez hicranê xem ger min nebî hêvî, necat

Ez qetîlê tîxê 'eşq im min nehin xewfê memat

Her çiqa ezyet bidî min dê bikim ṣebr û s ebat

Bes ke hicranê tu da xaṣiyyetê qeṭ'ê ḥeyat

Ḥeyranê wan ehlê muḥebbet her di hicranê tu da

 

Namiya farix nemayî her çiqas ez naleyan

Çunkê tabê dil nehin bê cewr û ba îşkenceyan

Bernede destê umîd ez damenê durdaneyan

Ta bibînî nazenînê der şibak û baceyan

Pê dizanî muṭleqa yar can e der canê tu da