Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: FFerecFerec - Maf
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Ferec - Maf

şevek di nîva şevê
berhev bûn girtiyên birçî
dem bû herk ber sibê de
li ber guhên ker bûn qêrî

go car car em bi tenê girtin
car car jî tenê kuştin
êdî bes e bi hev re werin
da pêkeve bikin qêrî û bêjin:

maf nayê dan tê standin
yan azadî yan mirin

ê bes e koletî
ê roja me hatî
nemaye koletî
koletî û bindestî

Gotin û Muzîk: Kaya Baratarna