Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: FFerit SevimFerit Sevim - Gazind
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Ferit Sevim - Gazind

Şer û cengê mirovahîyê
Elem xistî ye dinyayê
Gelo ma te nedizanî
Tû dilê xwezayê biêşînî
Xweza vê ji te re nahêle!

Law de bes e!
Te fermana dinê anî ye.
Destê te qirêj e
Ji xwezayê vekêşe!

Dinya têra me dike
Çavbirçîtîya te nahêle
Nan ji bo hemû kesê ye
Destê xwe ji rizqê min vekêşe

Law de bes e!
Te fermana dinê anî ye.
Destê te qirêj e
Ji xwezayê vekêşe!

Te wek cûbirekê
Xwe berda rayê dinê
Te şînahî nehêlişt
Û ziwa kir kanîyên jîyanê

Law de bes e!
Te fermana dinê anî ye.
Destê te qirêj e
Ji xwezayê vekêşe!