Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hozan Mistê - Çavên Te

Di çavên te da delalê du pêlên deryan
Li ser rûyê min bê kesê avên bi gelîyan
Were canê were yarê dilê min helya
Bişkêne sînoran canê guh bide minra

Di çavên te da delalê şînîya asîman
Li ser rûyê min bêkesê hesir hat ziman
Here yarê here yarê min bihêle vir
Te bîr dikim li vî warî kevir dikim dil

Di çavên te da delalê şewqa evînê
Di nav dilê min bêkesê jana brînê
Çibkim yarê çibkim yarê tu bêbext derket
Te dihêlim diçim yarê min nema taqet

Gotin û Mûzîk: Sîyabend