Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: HHozan MistêHozan Mistê - Êxbal
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hozan Mistê - Êxbal

Êxbalê min li jor tê xwar e
Çend şêr e çend xwe bawere
Daxwaza dilê xwe nikare
Difire bê bask û bê per e

Êxbal çu Gever nîvî ma
Şitla azadîyê sêwî ma
Dayîka Eyşan bê hêvî ma
Dilê wê hê ji te digere

Negotin ciwan e kuştin
Bi rondkên çavên min şuştin
Dilê min bê hêvî hîştin
Min jî gel xwe bibe here