Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: KKoma ÇîyaKoma Çiya - Cana Min
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Koma Çiya - Cana Min

Cana min cana min
Tu yî êş û jana min
Kî zane ez kî me
Bê te çi ye mana min
Hemrîn û delalê
Mehabad û Wana min

Navê te şîrîn e
Dirûv û nîşana min
De mêze çavê reş
Bizav û Semyana min
Newrozê dîrokê
Sîpan û Xelata min

Yara dil revandî
Tu yî bêrîvana min
Destê te bernadim
Li ser te fermana min
Xweşmêr im xwenda me
Qada te meydana min

Hevkarî, yekîtî
Rêç û dibistana min
Rizgarî, azadî
Evîn û peymana min
Helgurd im, ez tê me
Rabe gulistana min

Gotin: A. Şêp Şal
Muzîk: Mihemed Şêxo

[yframe url='http://www.youtube.com/watch?v=XtpT8BPG4hE']