Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Koma Çîya - Gundîno werin dîlanê

Gula min Cizîra Botan e
Kulîlka nav Kurdistan e
Gula min gula Mêrdînê
Serhildana Nisêbînê

Gundîno werin dîlanê
Bi govend û serhildanê
Roj hilatiye l’Kurdistanê
Şewqa xwe daye cîhanê

Hêviya karkerê Kurdistan
Wê xelaske mij û moranê
Keç û xort tev dayikan e
Berê xwe dan serhildanê
Gundîno werin dîlanê
Bi govend û serhildanê
Roj hilatiye l’Kurdistanê
Şewqa xwe daye cîhanê

Amed, Xerzan, Kerboran e
Îro wan serîhildane
Îro wan serîhildane
Sibê temam Kurdistan e
Gundîno werin dîlanê
Bi govend û serhildanê
Roj hilatiye l’Kurdistanê
Şewqa xwe daye cîhanê