Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mehmet Demirdağ - Mela Muhemmed Garsî Farqînî (1965-)

Mehmet Demirdağ di sala 1965ê de li gundê Garsî hatiye dinê. Gundê Garsî girêdayî Farqînê ye. Lewma Bi navê Mela Muhemmed Garsî Farqînî hatiye nasîn. Heta 8 saliya xwe li gund bûye lê piştre bi malbatî çûne navenda Farqînê. Li gundê xwe û li gundê Seyfulmilûkê ji Mela Adil Selîbî ders stendiye. Li gundê Zîlanê li ba Mela ‘Elî, li gundê Huseyniya li cem Mela Îbrahîm Kelokî, li gundê Çirikê li cem Mela Se’îdê Taxikî, li gundê Şemamê li cem Mela ‘Ebdulatîf, li gundê Sofya li cem Mela Hesenê Sofya, li gundê Zeko li cem Mela Hawî, li gundê Mozgelanê li cem Mela Muhemmed û li Farqînê li cem Mela ‘Ebdullah Zîlî medrese xwendiye. Nêzî çar salan li aliyê Îranê maye. Li wir dersên farsî, mentiq, felsefe, kelam û belexatê stendiye.

Berhemên Wî

Mela Muhemmed Garsî digel kurdî bi tirkî, ‘erebî, farsî û osmanî dizane. Melayê Garsî gelek berhem wergerandiye zimanê kurdî û tirkî. Meala kurdî ya Qur’anê amade kiriye. Digel berhemên wî yên weşandî yên neweşandî jî hene. Herwia di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û wergerên wî hatine weşandin.

Berhemên Weşandî:

Meala Fîrûz Şerha Qur’ana Pîroz (Kurdî)

Kitab-ı Diyarbekiriya: Tarîxa dewleta Akkoyunlular e, ji farsî wergerandiye tirkî.

Gulîstana Sadiyê Şîrazî: Wergerandiye kurdî. Di sala 2004ê de ji Nûbiharê derketiye.

İslam Tarihinde Kürt Kadını: Berhema Hayr Ramazan Yusuf e, ji ‘erebî wergerandiye tirkî.

Pênc Rîsaleyên Îmamê Xezalî: Ji tirkî wergerandiye kurdî.

Gulşena Raz Şêx Mehmûdê Şebusterî: Berhema Şeyh Sa’dûddîn Mahmut b. Yahya Şebûsterî Tebrîzî ye, ji farsî wergerandiye kurdî.

Çar Zîndanê Însan: Berhema ‘Elî Şer’îatî ye, ji farsî wergerandiye bo kurdî.

 

Berhemen Neweşandî:

Tarîxçeyê Heyat Bedîuzzeman: Wergerandiye kurdî.

Qetilnameya Îmam Huseyn: Wergerandiye kurdî.

Sê Dîwaneyên Muhemmed Îqbal: Wergerandiye kurdî.

Dîwana Herba Urfî Bedîuzzeman: Wergerandiye kurdî.

 

Xebatên Derbarê Mehmet Demirdağ De

Özdaş, H. (2019). Kürtçe Meallerde Tercüme Sorunları Meala Fîrûz Şerha Qur’ana Pîroz Örneği. Îllâhiyât. Ankara

Özdaş, H. (2016). Meala Fîrûz Adlı Kürtçe Meâlin Biçimsel ve Dilsel Tahlili . Artuklu Akademi , 3 (2) , 93-117 .

Özdaş, H. (2016). Meala Fîrûz' Adlı Kürtçe Mealde Harfî Tercüme Sorunu. Bingöl Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi 4 / 7 (August 2016): 104-118