Mela Ahmed Meylanî (1913-2002)
Jêgirtin ji Xelîl di 03/11/2023, 11:59 deMela Ahmed Meylanî di sala 1913yê de li Licê hatiye dinê. Bi malbatî ji Sêrtê ne. Meylan gundekî Dihê (Eruh) ye. Li cem Seyda Hecî Fettah medrese xwendiye. Herwiha, ji Şêx Mihemed Selîmê hezanî (xalê wî ye), Mele ‘Ebdullah Memanî, Mela Alaeddîn, Sultan Veled û Mela Huseynê Kiçik ders stendiye. Mela Ahmed Meylanî piştî ku dibe miftiyê Licê ji Mela Abdulferd îcazeta xwe distîne. Mela Ahmed ders daye feqiyan.
Mela Ahmed Meylanî li gundê Qûçikê melatî û mideristî kiriye. Di sala 1946ê de bûye miftiyê Licê. 20 salan li Licê maye, piştre li hin cihên din jî miftîtî kiriye. Di sala 1977ê de teqawid bûye. Mela Ahmed Meylanî di sala 2002yê de wefat kiriye, gora wî li Goristana Deriyê Mêrdînê ye.
Berhemên Wî
Mela Ahmed Meylanî piştî ku teqawid bûye bi wergerê mijûl bûye. Piranî ji ‘erebî ber bi tirkî berhem wergerandine lê hewl daye ku “Meqama Harîrî” ji ‘erebî bo kurdî wergerîne lê temam nekiriye.
Xebatên Derbarê Mela Ahmed Meylanî De
Çiçek, M. (2009). Seyda Molla Hüseyin Küçük’ün Hayatı ve İlmi Kişiliği. Şarkiyat. 2 (Kasım 2009): 124-139 .
Mela Ahmed Meylanî di sala 1913yê de li Licê hatiye dinê. Bi malbatî ji Sêrtê ne. Meylan gundekî Dihê (Eruh) ye. Li cem Seyda Hecî Fettah medrese xwendiye. Herwiha, ji Şêx Mihemed Selîmê hezanî (xalê wî ye), Mele ‘Ebdullah Memanî, Mela Alaeddîn, Sultan Veled û Mela Huseynê Kiçik ders stendiye. Mela Ahmed Meylanî piştî ku dibe miftiyê Licê ji Mela Abdulferd îcazeta xwe distîne. Mela Ahmed ders daye feqiyan.