Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Ehmed Hilmiyê Qoxî (1942-1996)

Mela Ehmedê Qoxî di sala 1942yê de li gundê Qoxê hatiye dinê. Gundê Qoxê girêdayî Bismila Diyarbekirê ye. Li gundê xwe dest bi xwendinê dike û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye. Mela Mihemed Şerîfê Bêkendî, Mela Mihemed Şerîfê ‘Erebkendî, Mela Îbrahîmê Bellê, Mela Yasînê Yusrî û Mela Se’îdê Taxikî ders dane wî. Mela Ehmed îcazeta xwe ji Mela ‘Erebkendî wergirtiye. Digel ‘ilmê klasîkên medreseyê ‘ilmên îslamî jî xwendiye.

Li gundê Qoxê, ‘Elebociya û Qeremûsayê melatî kiriye. Piştî sala 1975ê de bi fermî dest bi melatiyê dike. Di ber melatiyê re derdariya feqiyan jî kiriye. Mela Ehmed Hilmiyê Qoxî di sala 1996ê de ji ber krîza dilî wefat dike.

Berhemên Wî

Melayê Qoxî digel kurdî bi tirkî, ‘erebî û farsî jî zanebûye. Qoxî piranî nesir nivîsiye. Digel çend helbestan, te’lîf, şerh û îstînsaxên wî hene. Mexlesa “Hilmî” bikar aniye.

  1. Hedîyetul-Hebîb: Şerha Xayetul-Îxtîsara Qadî Ebû Şûca ye. Kurdî ye.
  2. Rehberê ‘Ewan Şerha Nehc’ul-Enam: Şerha berhema Mela Xelîlê Sêrtî ye. Kurdî ye.
  3. Rehberê Sanî Şerha Eqîda Ehmedê Xanî: Kurdî ye.
  4. Gulzara Hemûkan Şerha Nûbihara Biçûkan: Kurdî ye.
  5. Eqîda Hilmî: Pexşan e. Kurdî ye.
  6. ‘Emelê Şev û Rojê: Derbarê du’ayên jiyana rojane de ye. Bi kurdî û ‘erebî ye.
  7. Zurûf Digel Şerha Xwe Zêrîn Hurûf: Şerha Zurûfa Mela Yûnisê Erqetînî ye. Kurdî ye.
  8. Şerha Mem û Zînê: ‘Erebî ye.
  9. Şerha Mewlûda Bateyî: Kurdî ye.
  10. Tefsîra Hilmî: Kurdî ye. Nehatiye temamkirin.

 

"Ehmedê Qoxî di Medhê Şêx Mihemedê Erebkendî da Gotiye"

 

Em hezar hemd û senaxwûn ebedî ne j'Xwedê ra

Ji cemala Semedî tîrêjê nûrin b'qedê ra

Li Erebkendê diîsî b'delîl û senedê ra

Ê nabîne du çav ewr e bi êşa remedê ra

Lew tu serdefter î bo murşid û pîrên Amedî

 

Ger kemalê dîn û dinya te divê, her wî bibîn

Bi dil û can bibe teslîm û hîcabê melivîn

Şahê ser textê edalet di sexa girti kemîn

Hatem û Noşîrewan şagirtê wî bûn bi yeqîn

Ê di fermanê te bî, girtî heyata ebedî

 

Tu binê qutbê di nav ehlê dilan helqe didan

Her ....merkez e nêv seffê 'ewamê beledan

Lew hemî rehberê dîn in li emîr û li gedan

Bû heyîva nêv sitêra, Kewkeban sîwan veda

Ê li dîna te ne muştaq e, felahek wî nedî

 

Wer temaşa nûrê safî ku tecella ye binê

Li Erebkendê veda roj e diîsa li dinê

Kerem û lutf û kemal ger we divê, zû biçinê

Bi dilê sade nezer din, bi edeb rû bidinê

Afîtab e di şuhûdê, we çi hacet senedî?

 

 

Xebatên Derbarê Mela Ehmed Hilmiyê Qoxî De

Sönmez, N., (2018).  MELA EHMED HÎLMÎ EL-QOXÎ Û ŞERHA WÎ YA Lİ SER NEHCU’L-ENAMA Bİ KURDÎ . Uluslararası Diyarbakır:Tarih Toplum Kongresi (pp.395-411). Diyarbakır, Turkey

Qoxi, E. H. (2022). Dîwana Cami‘. Banga Heq. Stenbol.

Zinar, Z. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Stockholm.