Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Ehmed Yalar (1951/2-)

Di sala 1951/2yê de li Mermerê hatiye dinê. Kurê Mela ‘Ebdulselamê Mermerî ye. Di nav malbatê de dest bi perwerdehiyê kiriye û li çend medreseyan ders wergirtiye. Piştre, li ber destê Fethiyê Hezroyî perwerdehiya xwe domandiye. Li Zanîngena Dîcleyê, beşa ziman û edebiyata tirkî qedandiye. 30 salan melatî kiriye. Bi ‘erebî û farisî jî dizane. Dersên zimanê tirkî ‘erebî û farisî daye.

Berhemên Wî

Berhemên Kurdî:

  1. Diwana Esqê (Hatiye çapkirin û weşandin)
  2. Geştname/Seyahetname: Mesnewiyeke li ser kêf u şahiya feqiyan e. Ji 63 beytan pêk tê.
  3. Geştname/Seyahetname: Mesnewiyeke li ser jiyana feqiyan e.J i 74 beytan pêk tê.
  4. Meftuhane: Mesnewiyeke li ser meftûhaneyan hatiye nivisin. Meftûhane, çandek ji çanda medrese û feqîyan e. Ev menzumeji 89 beytan pêk tê.
  5. Tecwîda Hêja: Di heqqê 'ilmê tecwîdê de ye û pexșan e.
  6. Wergera Seyahetnameya Ebdurrehman Nacim: Ebdurrehman Nacim, dadgerê dadgeha îstinafê ya Diyarbekirê bûye. Dema ku Nacim hatiye Diyarbekirê, ji Stenbolê heta Diyarbekirê cihû warên ku ew tê de derbas bûye bi zimanê farisi û bi terzê menzûm hûnaye. Seyda ev berhema ku ji 14 rûpelan pêk tê ji bo Weqfa Îsmaîl Beşikçi ya Amedê wergeraye û Seîd Veroj ew di kovara Nûbiharê de weşandiye.

Berhemên Tirki:

  1. Sualli Cevaplı Şafiî İlmihali: [Îlmîhala Mezhebê Şaifî bi Pirs ûBersivan]. Ev berhem di sala 1983yan de di nav weşanxaneya Eserê de çap bûye.
  2. Yeni Arap Edebiyatı Gelişim Tarihi: [Dîroka Geşedana Edebîyata Nû ya Erebî]. Seyda hîna jî ev berhema xwe ya ku 88 rûple e çap nekiriye.
  3. Şerefname'nin Tercümesi: Hazro Beyleri Bölümü: [Wergera Şerefnameyê: Beşa Begên Hezroyê]. Nivîskar, ji Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, tenê beșa ku behsa Begên Hezroyê dike wergeraye.Wi ev berhema xwe daye begên Hezroyê û heta niha nehatiye çapkirin

 

 

Xebatên Derbarê Mela Ehmed Yalar De

Aslan, M. (2011). Ahmet YALAR ile Röportaj. Şarkiyat. 6 (November 2011): 159-167 .

Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan.

Ertekin, N. (2018). Mela Ehmed Yalar û Berhemên Wî. Diyarbakır: Alimler, Arifler, Edipler (Ed. İbrahim Özcoşar v.d.). Ensar Yayınları. Dıyarbakır. 413-439.