Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Ehmedê Xasî (1864-1951)

Ehmedê Xasî di sala 1864ê de li Hezana Licê hatiye dinê. Li cem bavê xwe Mela Hesen dest bi xwendina ‘ilmî dike, piştre li Hezanê li cem Mustefa Xetîb berdewamî dike. Ji bo tehsîlê li gelek deverên welêt digere, li Diyarbekirê li cem Hecî Îbrahîm Efendî ku muftîyê Dîyarbekirê û muderrisê Medreseya Mesûdîye ya Camîya Mezin a Dîyarbekirê bû, piştî tehsîla 12 îlman îcazeya xwe di sala 1902ê de digire. “Mela Ehmed, tevî tehsîla îlmên dînî, perwerdeya tesewwufî jî li cem şêxê Neqşebendî Şêx Ebdulqadirê Hezanî temam kirîye û jê xelîfetî wergirtîye; lê ji ber ku Xasî tim bi karûbarên îlmî têkildar e, murîd terbîye nekirine” (Dağılma, 2015: 127). Du sala li Girava Rodosê sirgun maye. Li Hezanê mideristî kiriye, piştre bûye miftiyê Licê. Piştî îlana cumhuriyetê ji dest ji peywira xwe berdaye û li Licê niştecih bûye. Di sala 1951ê de li Hezanê wefat kiriye.

Berhemên Wî

Ehmedê Xasî di îlmên Îslamî yên mîna kelam, fiqih, hedîs, tefsîr û gramera erebî de gihaştîye asteke hemdemên xwe (Adak, 2013: 319). Xasî digel zazakî bi kurmancî, tirkî, ‘erebî û farsî jî zanebûye. Di berhemên xwe de mexlesa “Xasî” bikar aniye. Digel mewlîda wî, helbesteke wî ye  tirkî, berhemên bi ‘erebî û mulemme’yeke wî jî heye.

Mewlida Nebî

Zazakî ye. Mesnewî ye. 16 beş û 756 beyt e (14 beş, 366 beyt; Dagilma). Bi ‘arûz e. Di sala 1900ê de hatiye çapkirin. Ji ber ku mewlûda ewil ya bi zazakî ye di edebiyata kurdî de cihekî gelekî giring werdigire.

Berhemên ‘Erebî:

Kitabu Buşre’l-Îbadi fî Îlmi’l-Î’tîqadi: Qesîde ye, li ser ‘ilmê îtîqad û usûla dîn e. 145 beyt e.

Menzûmetu Esmaillahi’l-Husna: Qesîde ye, li ser navên Xwedê ye. 33 beyt e.

Reddîyyeya Mensûr: 15 beyt e.

Reddîyyeya Menzûm: 53 beyt e.

Mulemme’: kirmanckî, ‘erebî, farsî, tirkî û kurmancî ye. Zeynelabîdîn Amedî li Diyarbekirê çap kiriye.

Hicwîyeya li Ser Sa‘îyê Karazî: Xasî, ev helbesta xwe ya kurmancî, li ser hin helbestên Sa‘î (1847-1897) yên dijberî zazayan13 honaye. Helbesteke destanî ye. Çarîne ye, zêdetirî 100 bendan e. Xasî bi awayekî mîzahî avêtiye Se‘îyê Karazî. Li gorî Mihanî (1994: 48) ev berhema Xasî, ne bi awayê nivîskî; bes bi awayê devkî li ser zar û zimanê ehlê medreseyê maye û hatîye berhevkirin.

Murebbe‘: Xasî, ev helbesta xwe bi kurdîya kurmancî hûnaye. Temamê helbestê sê çarîn e. Her bendeke wê ji çar rêzikan pêk dihê. Di serê her çarînekê de bi navên “Ehmeda” û “Xasîya” xîtabî xwe bi xwe dike. Şemaya wê ya qafîyeyê “xxxa” ye.

Kitabu’t-Tesdîd bi Şerhi Muxteseri’t-Tewhîd: Xasî ev berhema xwe di sala 1324ê koçî de wekî şerha Buşre’l-Îbadî fî Îlmî’l-Î’tîqadî ya menzûm, bi awayê pexşan nivîsîye û ji 59 rûpelan pêk tê. Ahmet Erkol li ser vê berhemê, di Sempozyuma Licê de teblîxek pêşkêş kirîye û bi berfirehî li ser xalên wê kûr bûye.

Cengnama Kurd û Ermen: Li gor ku meriv ji helbesta Cegerxwîn tê digihîje Xasî berhemeke bi vî navî hûnaye. Tiştê ku heye heta niha metnê vê berhemê bi destê me neketîye. Qenaet ew e ku wî ev cengname bi kirdkî/dimbilî hûnaye (Malmisanıj, 1995: 44).

Melayê Xasî mewlûda Zazî

Bi zarê zazî çê kiriye ne tazî

 

Cengnama kurd û ermen nivîsî

Wek agir berdî me diîsî

 

Medhiyeya li Ser Mihemed Emînê Qeynterî: Gundekî bi navê Qeynter li ser Hezroya Diyarbekirê heye. Herçiqas bi vî navî gundek li ser Bismilê jî heye, bes dibe ku ev gundê navbihurî, ê li ser Hezroyê be. Li vî gundî camêrekî bi navê Mihemed Emîn hebûye. Zemanê ku nangiranî bûye, libek genim du pere bûye jî, vî camêrî taştêyeke mezin bi camêrî daye Seydayê Xasî û wî jî ev medhîye li serê hûnaye. Hindek vê helbestê ku tê bîra M. M. Hezanî:

Nanê germ û hingiv û rûnê teze qeymax û dew

Da me qewaltî di Qeynter ne bi xew

Dirhema hinte di par e firotin bê derew

Navê wî Mihemed Emîn

Zadehullau şerafen mislê qewmin qed wedew

 

Xebatine Derbare Mela Ehmedê Xasî De

Dağılma, İ. (2015). Ahmedê Xasî’nin Hayatı ve Mevlid Adlı Eserinde Tema. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 126-127.

Erkol, A. (2008). Seyda Ahmed el-Hassi ve Kitabu’t-Tesdid bı Şerhi Muhtaseri’t-Tevhid İsimli Eseri. Dünden bugüne Lice Sempozyumu (s. 345-356). Lice: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları .

Lezgîn, R. (2013). Mewlıdê Kirdî ya Ehmedê Xasî. İstanbul: Nûbihar.

Malmîsanij, M. (1995). Şi’reke Ehmedê Xasî. Çira, 44-46

Merdimîn, W. K. (?). Mela Ehmedê Xasî, Mewlîd. İstanbul: Hivda İletişim.

Mihanî. (1994). Mela Ehmedê Xasî, Mewlûdê Nebî. İstanbul: Weşanên Firat.

Qoxi, E. H. (2022). Dîwana Cami‘. Banga Heq. Stenbol.

Varol, Murat, Zazalarda Mevlid ve Siyer Geleneği, 2. Uluslararası Zaza Tarihi ve Kültürü Sempozyumu, Bingöl Üniversitesi Yayınları, s. 625-654

Yergin, M. (2015). Mewlidê Mela Ehmedê Xasî: “Mewlidu’n-Nebiyy’l-Qureyşiyyî” (Metn-Wekenitiş). (Hejmara Weşandinê: 423251). [Teza Lîsansê Bersî, Unîversîteyê Artuklu yê Mardînî]. https://tez.yok.gov.tr/

Yıldız, A. (2021). Ehmedê Xasî, Berhemên Wî û Kesayetya Wî ya Edebî, The Journal of Mesopotamian Studies, 6 (1), 81-96 DOI: 10.35859/jms.2021.826060