Mela ‘Eliyê ‘Ilmî (1923-1995)
Jêgirtin ji Xelîl di 01/12/2023, 20:44 deMela ‘Eliyê ‘Ilmî di sala 1923yê de li Farqînê, li gundê Bilbilaya hatiye dinê. Ji ‘eşîra Badikan e. Di sala 1942yê de derbasî Binxetê bûye, li Tilme’rûfê li cem mala Xenznewiyan xwendiye. 2-3 salan li Binxetê dimîne, piştre diçe Stewra Mêrdînê, gundê ‘Ewîna, nêzî salekê li wir jî dixwîne. Li Xidirîlyasa Diyarbekirê, li cem Mela Yasînê Yusrî xwendina xwe diqedîne. Di 25 saliya xwe de îcazeta xwe werdigire û dest bi melatî û muderistiyê dike. Li Kurdîka, Heydelî, Derwêşhesena, Fişatê, Çirikê û Zîla melatî kiriye. Ders daye geek feqiyan, hin ji wan ev in; Mehmed Görmez (reisê kevn yê diyanetê), Mela Mihemed Şerîf Yalçin, Seyda Mela Enwer Kiliçaslan, Seyda Mela Muhemmed Medenî, Mela Ebdulwehab, Mela Raîf, Mela Hadî, Mela Hesen, Mela Sîrac. Mela ‘Elî ‘Ilmî di sala 1995ê de wefat kiriye, gora wî li gundê Zîla ye.
Mela ‘Elî heta salên 50î girêdayî terîqetê bû. Li cem Mela Yehyayê Ferhendî û Şêx Me’şûq maye. Piştî salên 50î navê Bedî’uzzeman dibihîse û Rîsaleyên Nûr dikevin destê wî. Mela ‘Elî êdî xizmeta Rîsaleyên Nûr dike, rîsaleyan belav dike.
Berhemên Wî
Xwedî dîwan e. Digel dîwanê, bi zimanê kurdî û ‘erebî berhemên kelam, fiqih, tesewwuf, tefsîr, siyaset, perwerde û mentiqê jî nivîsîne. Necatê Zivingî dîwana wî di sala 2012yê de weşandiye.
Di dîwana wî de 49 helbest hene. 18 ji wan bi ‘erebî ne.
Xebatên Derbarê Mela ‘Eliyê ‘Ilmî De
Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan
Zivingî, N. (2012). Dîwana Mela Elî ‘Îlmî/Zîla. Weşanxaneya Banga Heq. Stenbol.
Mela ‘Eliyê ‘Ilmî di sala 1923yê de li Farqînê, li gundê Bilbilaya hatiye dinê. Ji ‘eşîra Badikan e. Di sala 1942yê de derbasî Binxetê bûye, li Tilme’rûfê li cem mala Xenznewiyan xwendiye. 2-3 salan li Binxetê dimîne, piştre diçe Stewra Mêrdînê, gundê ‘Ewîna, nêzî salekê li wir jî dixwîne. Li Xidirîlyasa Diyarbekirê, li cem Mela Yasînê Yusrî xwendina xwe diqedîne. Di 25 saliya xwe de îcazeta xwe werdigire û dest bi melatî û muderistiyê dike. Li Kurdîka, Heydelî, Derwêşhesena, Fişatê, Çirikê û Zîla melatî kiriye. Ders daye geek feqiyan, hin ji wan ev in; Mehmed Görmez (reisê kevn yê diyanetê), Mela Mihemed Şerîf Yalçin, Seyda Mela Enwer Kiliçaslan, Seyda Mela Muhemmed Medenî, Mela Ebdulwehab, Mela Raîf, Mela Hadî, Mela Hesen, Mela Sîrac. Mela ‘Elî ‘Ilmî di sala 1995ê de wefat kiriye, gora wî li gundê Zîla ye.