Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Hesenê Qerenazî (1909-1989)

Di sala 1909ê de li Qerenaza Diyarbekirê hatiye dinê. Ji ‘eşîra ‘Elîcan e. Li gund li ber destê Mela ‘Ebdulbaqî dest bi xwendine kiriye. Ji ber şert û mercên wê dewrê perwerdehiya xwe naqedîne û diçe leşkeriyê. Li bajarê Kastamonuyê/Ispartayê serdana Se’îdê Kurdî dike. Piştî leşkeriyê diçe Norşînê, li terîqeta Neqşebedniyê ji Şêx Me‘şuqê mala Hezret re murîdtiyê dike. Şêx Me’şuq wî dike wekîlê xwe û dişîne Diyarbekirê. ‘Emrê xwe bi îrşada terîqa Neqşebendiye derbas kiriye. Di sala 1989ê de li Diyarbekirê wefat kiriye, gora wî li gundê wî ye.

Berhemenên Wî

Mela Hesenê Qerenazî şa’irekî mutesewwuf e. Digel kurmancî helbestên tirkî jî nivîsîne. Ji 30î zêdetir helbestên wî bi kurmancî ne. Zeynelabîdîn Amedî helbestên Mela Hesenê Qerenazî di “Mecmû’etul-Qesaîd” de weşandine. Mexlesên Hesen, ‘Asî û Koçero bikar anîne.

Xebatine Derbarê Mela Hesenê Qerenazî De

Qoxi, E. H. (2022). Dîwana Cami‘. Banga Heq. Stenbol.

Zinar, Z. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Stockholm.

 

Îro ji ber zulma felek

Dil bû bi êşan mubtela

Wan nezerên çehvên belek

Dûr kir ji min sed merhela

 

Dûr bûm ji wê bejna letif

Wê heyeta pak û nezîf

Meşhed kiri Ke'ba şerif

Bê pîrî man sofî w mela

 

J'wê meşhedê kirme xerib

J'wê zyaretê mam bê nesîb

Min piştî wî navê edîb

Der van dîyarê kerbela

 

Min kes nedî wek wî hekîm

Derman bikit qelbê elîm

J'eyban bikit pak û selîm

B'cezba silûkê kit qela

 

Der emrê wî xweş bû hizûr

Der nezeran zewq û surûr

Axir kirin mehrûm û dûr

Mam bê îmam weqtê sela

 

Xelqno werin cumle temam

Mêr û geda û xas û 'am

Em sîn bikinj'bona îmam

Lew bo me bû sebra dila

 

Dinya li min kir behrê xem

Qelb û cîger tev bûn elem

Ger bidne min milkê Ecem

Ev hizn û xem nabin bela

 

Subhan ji şahê Zulcelal

Ew nisbet û husn û cemal

Min dî netîce bû xiyal

Hiştim di nêv derd û bela

 

Ey Koçero dilsar meke

Terka derê yaran meke

Mewt û heyat nik wan yek e

Ew seyr dikin her menzila