Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Huseynê Kiçik (1871-1955)

Di sala 1871ê de li Cizîrê li gundê Deştatahlê hatiye dinê. Hê Mela Huseyn biçûk nûye dê û bavê wî mirine. Bavê wî li ber sikratê wesyet dike ku bila Huseynê biçûk bibe telebeyê ‘ilmê. Ji ber ku di medreseyê de Huseynek din jî hebûye seydayê wî jê re gotiyê “Huseynê Kiçik”.  Wextê qanûna paşnavan jî bi fermî paşnavê “Küçük” stendiye.

Di zaroktiya xwe de dest bi medreseyê kiriye, Qur’an xwendiye. Li gelek deveran medresey xwendiye. Piştî demekê hatiye Farqînê û li vir nîştecih bûye. Mela Huseyn li cem Şêx ‘Ebdullah el-Bîdarî, Mela Mistefa (Kurê Mela Xelîlê Sêrtî), Mela Hemîd Efendî (Neviyê M. Xelîlê Sêrtî), Şêx Fetullah el-Verkanisî û Mela Ehmed Hemdî Efendî ders stendiye. Îcazeta xwe ji miftiyê Farqînê Mela Ehmed Hemdî Efendî stendiye. Mela Huseyn li Farqînê medrese û mizgeft ava kiriye û mideristî û dersdarî kiriye.

Mela Huseynê Kiçik ji Şêx ‘Ebdulqairê Hezanî û Şêx Muhemed Ziyaeddîn (Hezret) dersên tesewwufê stendiye. Mela Huseynê îcazeta xwe tesewwufê li heccê ji Şêx Yûsif en-Nebhanî stendiye. Îcazeta duyem jî ji Şêx Ehmed es-Sennûsî  stendiye. Mella Husyenê Kiçik îcazeta ‘ilê daye gelek feqiyan lê şêxtî nekiriye.

Mela Huseynê Kiçik li herêmê wekî “Seyda” hatiye nasîn. Digel wê; ji ber ku bi eslê xwe ji Cizîrê ye jê re gotine “el-Cezerî” û ji ber ku êdî li Farqînê nîştecih e, jê re gotine “el-Farikî”. Herwiha ji ber navê gundê wî, jê re gotine “Deştatahlî” jî. Ji ber ku navê herdu kurên jî “Muhammed” in, wekî “Ebu Muhammed” jî hatiye binavkirin.

Mela Huseynê Kiçik di sala 1955ê de li Farqînê wefat kiriye. Qebra wî li Goristana Şêx Xelîl ya Farqînê ye.

Berhemên Wî

Mela Huseyn bi xwe gotiye ku wî gelek şerh nivîsîne lê nekaribûye bide çapkirine. Ji berhemên wî çend heb gihaştine roja me. Mela Huseynê Kiçik hem menzûm hem jî pexşan berhem nivîsîne. Helbestên wî piranî dîdaktîk in. Tê zanîn ku Mela Huseyn bi kurdî, tirkî, ‘erebî û farsî zanibûye.

Şerhu’r- Risâleti’l-Bekriyye

Fethu’l-celîl

el-Kavlu’l-mevsûk

Kitâbu’l-ferâiz

Rîseleyek Derbarê Fiqihê De

Helbestên Wî

Fetwayên Wî

 

 

Xebatên Derbarê Mela Huseynê Kiçik

Çiçek, M. (2009). Seyda Molla Hüseyin Küçük’ün Hayatı ve İlmi Kişiliği. Şarkiyat. 2 (Kasım 2009): 124-139 .

Öncü, M. (2014). Molla Hüseyin Küçük Ve Şerhu’r Risâleti’l-Bekriyye Adlı Eseri.  A grafık. İstanbul