Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Mehdi Okçu (1951-)

Mela Mehdî di sala 1951ê de li gundê Dengilheva hatiye dinê. Dengilheva gundekî Licê ye. Li gundê xwe dest bi xwendina Qur’anê kiriye. Li Licê, Mûş, Mêrdîn û Rihayê medrese xwendiye. Çende mehan daketiye Binxetê jî. Piranî, li li Qoserê, li gundê Hêşerî (Dikmen) li cem Mela Hizir Akkoyun perwerdehi dîtiye. Di sala 1971ê de bi fermî li Dilokê dest bi melatiyê kiriye. Di sala 1982yê de vedigere Diyarbekirê. Di sala 1999ê de teqawid bûye.

Berhemên Wî

Mela Mehdi Okçu di sala 1999ê dest bi nivîsîna tefsîra Qur’anê kiriye û di sala 2008ê de temam kiriye. Beyanu’l-Qur’an bi Zimanê Kurdî di sala 2010ê de li Diyarbekirê bi sê bergan hatiye çapkirin. Berhem bi alfabeya ‘erebî ya kurdî ye. Di sala 2015yê de çapa duyem bi 5 bergan hatiye weşandin.

Xebatên Derbarê Mela Mehdi Okçu De

Özdaş, H. (2019). Kürtçe Meallerde Tercüme Sorunları Meala Fîrûz Şerha Qur’ana Pîroz Örneği. Îllâhiyât. Ankara