Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Mihemed Seîd el-Amedî (Taxikî) (1926-)

Mela Mihemed Se’îd di sala 1926ê de li gundê Taxikê hatiye dinê. Gundê Taxikê girêdayî Farqînê ye. Paşnavê wî yê fermî “Yıkılmaz” e. Hê zarok bûye bavê wî miriye lewma dêya wî bi perwerdehiya wî re mijûl bûye. Di çar saliya wî de wî şandine ber mela. Li cem Huseyn Keya dest bi elîfbayê kiriye. Piştî ku li gundê wan medrese tê vekirin ew jî vedigere gund û dest bi medreseyê dike. Ji Mela ‘Ebdullahê Tûmikî, Mela Yasîn, Mela Yehya Ferhendî û Mela ‘Ebdul’alim ders wergirtiye. Nêzî salekê li Binxetê maye. Di 28 saliya xwe de çûye leşkeriyê. Piştî leşkeriyê dîsa çûye cem Mela Yasîn û di sala 1957ê de îcazeta xwe ji Mela Yasîn werdigire. Bi temamî 18 salan li medreseyê xwendiye. Di sala 1966ê de ji Şêx Mehemed Maşuq îcazeta xelîfetiyê stendiye. Li gundê Qerenegoz, Kurîşa û Fetla melatî kiriye.  Di sala 1975ê de bi fermî dest bi melatiyê kiriye. Ders daye gelek feqiyan. Di sala 1998ê de teqawid bûye.

Berhemên Wî

Mela Mihemed Se’îd berhemên xwe li ser dîroka mezheban, fiqih û siyerê nivîsîne. Him menzûm him jî pexşan berhem dane.

Delalîl us-Selat: Kurdî ye, menzum e. Derbarê îlmîhalê de ye. 32 rûpel e, li Diyarbekirê hatiye çapkirin.

el-Kavl'ül-vesit beyn'el- ifrati ve't- tefrit': Li ser mezheban e. li Dyarbekirê hatiye çapkirin.

El-Fütuhat'üs-sAmedîyye fi'r-reddi ala Müğaletat'il- Vehhabiyye': Rexneyên li ser Vehhabîtiyê ne. Hatiye çapkirin.

Nezahet'ül-Ashab fi's-sünneti ve'l-Kitab amma iftera aleyhim ehl'üz-zeyği ve'lirtiyab': Tenkîdek li berhema "Esl'üş- şiati ve üsuluha" ya M. Huseyn e. Nehatiye çapkirin.

el-Menzumet'ül-Behiyye: Derbarê hicrê ye. 25 beyt e. Bi ‘erebî ye.

Menhel'ül-Vüdd Fi Beyani Gazveti Bedr'in ve Uhud: Derbarê şerên Bedr û Uhudê ye. 148 beyt e.

el-Menzumet'ül-Vafiye bi'r-reddi ala müğaletat'il-vehhabiyye: Reddiye ye. Li ser mezheba Vehhabîtiyê ye. 41 beyt e.

Esma'u Sadat'is-silsilet'it-tarikat'in-Nakşibendiyye: Bi ‘erebî ye. Şecerenameya terîqeta Neqşebendiyê ye. 25 beyt e.

el-Menzumet'ün-nüshiyye': Menzume ye, 10 beyt e.

ed-Dürr'ül-vehhac Nazm-u Fihhriste't-il Minhac:

'et-Tibyan li mebde-i ve münteha şehri ramazan:

 

Xebatên Derbarê Mela Mihemed Se’îd Taxikî De

Akyüz, İ. (2021). Molla Muhammed Said Tahıkî ve Şiîlik ile Vehhâbîliğe Yönelttiği Eleştiriler. (Yayınlama No: 681358). [Yüksel Lisans Tezi, Dicle Üniversitesi]. https://tez.yok.gov.tr/

Yıkılmaz, A. (2010). Molla Muhammed Said el-Amedî (Yıkılmaz) Hayatı,İlmi ve Tasavvufi Yönü. Şarkiyat. 4 (Kasım 2010): 137-155 .